Arşîv

‘Pêwîst e Hikûmeta Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê çêbike’

HESEKÊ – Derbarê serîhildana şêniyên gundê Dêra Zorê ya li hember Rêjîma Sûrîyeyê û Leşkerên Îranê Hevseroka Meclîsa Federal a Xerayê Elya El-Îsa nirxandin kir û got:”Divê Rejîma Sûriyeyê ji bo aştîya di nava hemû gelan de hewl bide û bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bikeve nava diyalogê.”

Duh li gundên Dêra Zorê şêniyên wê herêmê li hember leşkerên Îranê ku di riya Rêjîma Sûriyeyê re derbasî wan gundan bûye û gelê wê koç kirine, bi meşekê leşkerên Îranê û Rejîma Sûriyeyê şermezar kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclîsa Federal a bajarokê Xerayê ya girêdayî Navçeya Til Temirê, Elya El-Îsa axivî.

‘Îran jî axa Sûriyeyê dagir dike’

Elyayê di destpêkê de serîhildana gel a li hember Rêjîma Sûrîyeyê û Îranê bi bîr xist û wiha dom kir:”Em serîhildana gel a hember hêzên ku xaka Sûriyeyê dagir dikin, pîroz dikin. Îran jî axa Sûriyeyê dagir dike. Hebûn û nebûna Rêjîma Sûriyeyê bûye yek ji ber ku ne xwedî helwest û biryar e. Çarenûsa Sûriyeyê ketiye nava destên Rûsya û Îranê. Yên ku dibe qurbana tifaqên dijminên Sûriyeyê gel in. Gelên li Sûriyeyê dijîn rojane bi qetliyam û komkujiyan re rû bi rû dimînin.”

‘Deverên ku qaşo Rêjîm diparêzin leşkerên Îran û Rûsyayê lê bi cih bûne’

Elyayê teqez kir ku eger Rêjîma Sûriyeyê xwedî helwest ba ew ê alozî dirêj berdewam nekira û wiha dewam kir:”Ev 8 sal in krîza Sûriyeyê nehatiye çareserkirin û hîn jî alozî gur dibe û ne diyar e ku dê bigihêje ku. Eger Rêjîma Sûriyeyê xwedî helwestek cidî ba îro Sûriye nedihat dagirkirin. Gelek deverên ku qaşo Rêjîma Sûriyeyê diparêze, Leşkerên Îranê û Hizbûlah di heman demê de leşkerên Rûsyayê lê bi cih dibin.”

‘Tecrubeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziyê ye’

Elyayê destnîşan kir ku projeya Netewa Demokratîk û tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriya herî guncav a bi dawîbûna kirîzê ye û wiha dirêjî da gotina xwe:”Ev 7 sal in em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, gelê vê herêmê li gorî Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin kirin û herêmên xwe ji DAIŞ û çeteyên El-Nursa rizgar kirin. Lewra çareya herî guncav a bidawîkirina krîza Sûriyeyê tecrubeya Rêveberiya Xweser û projeya Netewa Demokratîk e.”

‘Pêwîst e Hikûmeta Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê çêbike’

Elyayê bang li Hikûmeta Sûriyeyê kir ku bi Rêveberiya Xweser û Hêzên QSD’ê re bikevin nava diyalogê û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Hêzên QSD’ê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞ’ê rizgar kir û Rêveberiya Xweser bû nasnameya hemû gelên herêmê. Pêwîst e ku Hikûmeta Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re bikeve nava diyalogê da ku xwînrijandina gelên Sûriyryê rawest e.”

Back to top button