Arşîv

Rêzeçalekiyên Kongreya Star berdewam dikin

KOBANÊ – Di rêzeçalekiyên hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” hatibû destpekirin de jinên navçeya Şêranê meşek li dar xistin.

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe” li dijî êrîş û gefên dewleta tirk li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû despêkirin, jinên navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê meşek li dar xistin. Meş ji destpêka şêranê hat destpêkirin û li navenda Ciwanan a navçeyê rawestiya. Di meşê de alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê, Her wiha pankarta bi nivîsa “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têkbibe hat hiligirtin. Di meşê de bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji dagirkeriyê re na” hatin berzkirin.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Zehra Berkel û Latîfe Mehmûd axivîn. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Em ê li hember êrîşan herdem li ser piyan bin. Em îro bi hemleya xwe rabûn ser piyan û welatê xwe li hember êrîşan diparêzin. Em ê wek dayikên têkoşerên azadiyê herdem berxwedan û têkoşînê bidomînin. Jinên ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de pêşengtî kirin, îro jî bi hemleya ku tane destpêkirin pêşengtiyê dikin.

Jina bi navê Fatma îsa ku helbest xwend jî helbesta xwe diyarî dayikên têkoşerên azadiyê kir.

Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji dagirkeriyê re na” bi dawî bû.

Back to top button