Arşîv

Li kampên Eyn Îsa û Holê têkildarî Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakî

EYN ÎSA

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê Meclisa Jinan a Sûriyê bi beşdariya bi dehan zarok û jinên kampa Eyn Îsayê çalakiyên hunerî li dar xist.

Li cihê çalakiyê pankarta bi nivîsa (Pev re aştiya domdar ava bikin), hat daliqandin.

Di çalakiyê de koma Beraîm Firat çalakiyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Der barê çalakiyên de endama Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Reqayê Sûad Kurdî axivî û wiha got: “Wan çalakî ji zarok û jinên kampê li dar xist ji ber ku hê jî ji bûyerên şerê bandorê dikişînin.”

Hemleya “Aştiya bêsînor” ya Meclisa Jinan a Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta 26’ê vê mehê bidome.

HESEKÊ

Li kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê jî bi heman armancê semînereke bi navê “Jın û aştî” hate dayîn.

Semîner li konê Meclisa Kampa Holê hate dayîn.

Di destpêkê de, nûnerê Komeleya Şawîşka Necla Temo û endama Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniya hemleyê ya ku 21‘ê Tebaxê dest pê kiriye, xwend.

Dûvre semînera li ser Jin û Aştî ji hêla endama Komeleya Şawîşka Necla Temo ve hat dayîn. Necla bal kişand ser têkiliya xurt a di navbera çand û perwerdê de û erka dikeve li ser milê jina a belavkirina çand aştî, bend û astengiyên ku nahêlin jin beşdarî xebatên avakirina aştiyê bibin de, axivî.

Necla Temo tekez kir ku rola jinan a çalak xizmeta civak dike û neyêniyên wê çareser dike.

Ji aliyê xwe ve Koordînsayona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat anî ziman ku hin çalakiyên xwendinê ji zarokên li kampê re hene. Da ku zarok ji rewşa şer bi der bikevin û jê re bibe alîkar di derbaskirina astengiyên derûnî de.

Back to top button