Arşîv

Komxebata jineolojî girîngtirîn mijarên jinê nîqaş kir

Îro Yekemîn Komxebata Navenda Lêkolînên Jineolojî (zanista jinê) li herêma Firatê bi dirûşmeya `Jineolojiya li dijî zayendperestiya civakî` bi tevlibûna bi dehan jinên bajarê Kobanê li dar ket.

Komxebat bi axaftina destpêkê ji hêla endama rêveber a Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Dîrok Qehreman destpê kir. Dîrok behsa rewşên herêmê ji gefên li dijî herêmê û şerê taybet ê derûnî, fikrî, zayendperestiya ku pergalên serdest li ser gelên herêmê dimeşînin kir.

Dîrok zihniyeta mêrdestî destnîşan kir bi taybet a ku di zewaca bi temenê biçûk de tê bikaranîn. Dîrok balkişand ser ku ruxmî têkoşîna jinê ya domdar a ku asta wê di Şoreşa Rojava de û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin bûye û ya ku di encamê de fikrê civakê ji zihniyeta mêrdestiyê xilas bû, lê dîsa jî hinek jin û keç rastî tundiya desrûnî û bedenî û zewaca bi temenê biçûk tên.

Dîrok ev tişt jî anî ziman: “Em ji komxebatê hêvî dikin ku em bi hev re bighêjin pêşniyar û rêbazên çareseriyê.”

Mijara yekemîn: Civaka zayendperest

Piştî wê endama koodînasyona giştî ya Kongreya Star Mizgîn Xelîl semînerek girêdayî “Civaka zayendperest” da û têgeha “Zayendperestî” pênase kir û got: “Ev têgeh li ser civaka rojhilatî xerîb e û pir nayê bikaranîn. Cudahî di navbera zayend û zayenda civakî heye. Gotina zayend cudahiya beyolojî di nav bera mê û nêr diyar dike. Lê zayenda civakî ew cudahiya ku civak dîdine û ava dike, li gorî çanda civakê rolên civakî cuda dide her duyan. Ji destpêka zayîna mirov ve civak li gorî urf û adetan, wî mezin dike. Da ku reftarî, adet, helwestên exlaqî û têgehên xwe yên taybet bide her zayendekî. Ev hemû di çarçoveya cudahiyên zayendî de di navbera wan de hatiye danîn li gorî dem, cih û çanda wî. Zayend rewşek ji xwezaya mirov a beyolojî ye. Zayenda civakî ne ji xwezaya mirov e lê belê ji civakê hatiye girtin.

Zewaca bi temenê biçûk

Piştî wê mijara zewaca bi temenê biçûk hate nîqaşkirin. Girêdayî vê mijarê endama rêveber a Yekitiya Jina Ciwan a bajarê Kobanê Cîhan Koçer semînerek da û têgeha zewaca bi temenê biçûk û bandorên wê yên neyînî li ser jiyana keça biçûk şîrove kir. Cîhan got: “Zewaca zarokan bi zewacek ne fermî beriya 18 saliyê tê pênasekirin. Ji bo her du zayendan ev rastiyeke. Ruxmî ku zarok bi awayekî ne guncew a herî zêde zirar dibîne.

Delîl îşaretpê dikin ku di gelek caran de zarokan dizewicin, dibistanê ber didin û ducanî dibin. Her wiha haletên wefatê yên girêdayî ducaniyê, wek hîmek girîng di haletên wefatên zarokên temenên wan di navbera 15 heya 19 saliyê de li tevahiya cîhanê tê hesibandin. Li gorî serjimariya UNICEF`ê girêdayî rewşa zarokan a 2009`an ev mijar di sale de bû sedema 70 hezar haletên wefatê.

Eger dayîk di bin temenê 18 saliyê de be, xeteriya wefata pitikê di sala yekemîn de dighêje rêjeya ji sedî 60 yanî ji ya pitika yekemîn a dayîka ku temenê wê zêdetirî 19 saliyê êdetir e. Heta ku zarok bijî lê rastî gelek nexweşiyên mîna kêmpîvan, nebaşiya xwarin, paşketina mezinbûna bedenî û têghiştinê tên. Her wiha keçên ku di pêvajoya zaroktiyê dizewicin rastî xeteriyên tundiyê û bikaranînê tên. Herî dawîn, zewaca bi temenê biçûk pirî caran dibe sedam qutbûna ji malbatê û dostan. Her wiha di dayîna nêrîna xwe de di çalakiyên civakî de ne azad e û ew jî dibe ku bandorên wê yên neyînî li ser zarokan hebe.

Mijar: Tundiya li dijî jinê

Rêvebera di rêxistina li dijî tundiya li ser Jinan de Şêrîn Mislim semînerek derbarê gingtirîn sedemên tundiya li dijî jinan de pêk tên û çawaniya sînordarkirina wê di civakê de li dar xist û wiha anî ziman: “Ji ber gelek sedeman jin di tundiyê re derbas dibin. Dibe ku hin sedem di heman demê de li hev bicivin û bibin girêk. Dê bi wê re jî li ser jinê bi awayekî mezin û hovantirîn çi ji aliyê derûnî û çi jî cesedî tundî pêk bê. Sedemên tundiya li dijî jinan ji ber ajoyên civakî, derûnî û aborî ne û wiha ne:

Ajoyên civakî: Hêmanên civakê ji girîntirîn ajoyên pêkanîna tundiya li dijî jinan in. hêmanên civakî jî kêmbûna asta xwendinê û belavbûna nezaniyê di navbera civakê de belav dike. Bi wê re jî dê hêsantirîn bi kevneşopiyên çewt ên girêdayî şerefa malbat bandor bibin. Li rexê jî dê hêza ferzkirina mêrdestiyê bi awayê tundiyên cesedî û cinsî li ser jinan pêk bê.

Ajoyên derûnî: Hêmanên derûnî yên di kesayetên ku tundiyê li ser jinan di biçûkaniya xwe de pêk tînin de, bi awayekî mezin bandor li ser reftarên wan kirine û bi awayekî dijminatî di mezinbûnê de diyar dibe. Ji wan hêmanan jî yên ku tundiyê pêk tînin di biçûkaniya xwe de di îşkenceyan re derbas bûne yan jî di malbateke ku tê de rewşên tundiya dê û bav heye, derbas bûne. Yan jî bav li dijî dayikê bi her awayekî tundî li dijî dayikê pêk aniye. Li rexê jî dibe hin kes di kesayetên xwe de tevlihev bûne û bi wê re jî kesayetekî dij civakê diaferîne.

Ajoyên aborî: “Hêmanên aborî ji hêmanên herî tundiyê li dijî jinan pêk tînin. Ev di gelek civakên de di dema niha de bi der dikeve. Sedema wê jî fişarên aborî yên ku piranî çînên civakê azaran ji ber dikişînin. Her wiha bi wê re jî asta debarê kêm dibe, bêkarî û xizantî belav dibe. Ev sedem li ser kesên debara malbatê dikin, fişarên derûnî çêdikin.

Bandorê tundiyê li dijî jinan

Tundiya li dijî jinan, bandorên xeternak pêk tînin. Her wiha ne tenê li ser jinan, lê belê li ser tevahî malbat û civakê pêk tînin. Ji pirsgirêkên tundiya li dijî jinan, tevliheviyên malbatê ku bi wê re jî bandorê bi awayekî mezin li ser zarokan dike û di zarokan de bê aramiya derûnî û hestiyarî çêdike. Piştre dema mezin bûn di reftarên wan ên civakî de bi der dikevin pêşber. Ji pirsgirêkên aboriyê zêdetir jî, tundiya li dijî jinan dibe astengiyeke mezin di pêkanîna rola xwe ya aktîv di civakê de. Di dema tundî li ser jinê pêk hat, kêm dimîne. Her wiha jî beşdariya wê weke endameke çalak di civakê sînordar dibe û derfetên wê yên aboriya civakê tên mehrûmkirin.

Çawaniya sekinandina li dijî tundiya li ser jinan

Şêrîn Mislim bi beşdaran pêşniyar û çareseriyên sekinandina tundiya li dijî jinan û rawestandina wê bi temamî nîqaş kir û tekez kir ku pêwîst e tevahî endamên civakê, bi taybet jin hevgirtî bin û xwerêxistin bikin. Parastina wê di minhacên xwendinê de ye ku divê tê de bernameyên danasîna tundiya li dijî jinan û parastina hebe. Zanakirina tendirustî û çandî der barê mijarê de bê belavkirin. Li rexê divê planên aboriyê hebin da ku jin bikaribin xwe xurt bikin û rola xwe di civakê de weke endameke aktîv bilîzin. Ew jî bi dewreyên perwerdê yên piştevaniya pêşxistian behre û dertefên wan, teşwîqkirina stratejiyên neteweyî yên geşkirina wekheviya di navber mêr û jinê de û her wiha jî divê şansên wekheviyê bên dabînkirin, pêk tên.

Di dawiya komxebatê de beşdaran bal kişand ser ku divê dewreyên perwerdê, zanakirina endamên civakê ji mêr û jinan, nasandina maf, erk û wateya azadiya jinan, bên dayîn.

Back to top button