Arşîv

Kongreya Star şahî li dar xist

HESEKÊ – Pênasekirina hemleya kongreya Star a ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” dest pê kiriye, bi şahiyekê ji aliyê jinan bi dawî bû.

Di çarçoveya Hemleya Kongreya Star a ku bi dirşmeya”Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” di 8’ê Tebaxê de hatibû ragihandin de li Taxa Miftî a Bajarê Hesekê bi beşdarbûna jinên sazî û dezgihên civakî û endamên navenda Çand û Hunerê belavokên xwe bi dawî kirin.

Di şahiya dawîkirinê de jinan cil û bergeyên xwe yên kurdî li bejna xwe xemilandin û di nava taxê de geriyan. Piştî ku belavokên xwe xelas kirin berê xwe dan navenda çand û hunerê û şahiya xwe li wir li dar xistin. Şahî bi girêdana govendê û dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button