Arşîv

Pêngava “Aştiya bêsînor” bi dawî bû

Meclisa Jinan a Sûriyê îro pêngava xwe ya “Aştiya bêsînor” ya ku 21‘ê Îlonê de bi boneya Roja Aştiya Cîhanê dabû destpêkirin bi dawî kir. Şandeyek Meclisa Jinên Sûriyê serdana Mala Gaziyên Şer a li gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo kir, paşê meşeke meseleyî li dar xist.

Jinan gurzên gulan, mûm û alên Meclisa Jinan a Sûriyê hilgirtibûn ji çerxerêya Cotkaran a taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiya. Li wir deqeyek rêz girtin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Piştre berî dan parka “Drîm Land” a li taxa Erbewiyê û li wir şaniyeke hate lidarxistin.

Koordînasyona Kongreya Star Lîna Bereka axivî û got armanca pêngavê belavkirina aştiyê ye, jin avakar û bangewazên aştiyê ne.

Lîna anî ziman ku wan xwest bi vê pêngavê dengê jinên Sûriyê û azarên ku di şer de kişandine ji cîhanê re ragihînin.

Çalakî bi stranên komên Yekitiya Hunermendan û Tevgera Kevana Zêrîn bi dawî bû.

Back to top button