Arşîv

‘Hikumeta Başûr hewl dide dengê êzidiyan bibire’

Di 27`ê Tîrmehê de hikumeta Başûrê Kurdistanê qedexe kir ku tîma Çira TV’yê li Şengalê bike ku bûyer û çalakiyên êzidiyan dişopîne. Der barê vê yekê de gelek bertek derketin. Hevseroka Yekitiya Êzidiyan Sûad Hiso têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Sûad wiha got: “Hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê armanc dike ku dengê êzidiyan qut bike û çand û kevneşopan paşguh bike, tevî ku Çira TV tekane ekran e ku dema fermanên li bajarê Şengalê rû dan, dengê êzidiyên bû.”

Sûad da zanîn ku qedexekirina kanalê parçeyek ji rêzebinpêkirinên din ên li dijî êzidiyan e û wiha domand: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê dibistana li Şengalê ku perwerde dida şêniyên civaka êzidî ku ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, girt. Bi vê yekê armanc dike ku zarokan li gorî rê û rêbazên xwe fêr bikin.”

Der barê hemleyên qirkirin û koçberiyê û bi taybet êzidiyên li Efrîn û Şengalê de jî Sûad wiha got: “Bi rastî hikumeta herêma Kurdistanê naxwaze çanda êzidiyan belav bibe.”

Sûad Hiso bi bîr xist ku hikumeta Başûrê Kurdistanê binpêkirinên xwe der heqê rojnamevanan û dezgehên çapemeniyê de ranawestîne, bi sedan rojnamevan girtin û 4 ji wan kuştin, di nav de nûçegihanê ajansa Rojnewsê Wedat Hisên.

Back to top button