Arşîv

Li Akademiya Şehîd Nûcan dewreyeke din bi dawî bû

Li gorî Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê, li Akademiya Şehîd Nûcan a leşkerî li herêma Firatê dewreya xwe ya bi navê şehîd Şîndar, bi beşdariya gelek şervan û fermandarên YPJ’ê bi dawî kir. Fermandariya Akademiya Şehîd Nûcan bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Fermandariyê wiha daxuyand: “Li ser ax û gelê me xetereyên mezin û gefên dagirkeriyê hene. Kûrbûna li ser hêza xwe ya cewherî di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir ji bo me pêwîst e. Em bawer in hûn ê bi vê hêza ku we jê perwerdê girtî, hemû erkên xwe bi rengekî serkeftî bi cih bînin.”

Piştî merasîm û sondxwarin bi dawî bû, şahiyek hate lidarxistin.

Back to top button