Arşîv

Kongreya Star şehîd Arîn û Rêvana bi bîr anîn

Kongreya Star li bajarê Kobanê di salvegera 5`emîn a şehadeta Arîn Mîrkan de ku di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê çalakiyeke fedayî pêk anî, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Dilvîn Mihemed ve li Qada Jina Azad hat xwendin. Bi dehan jinên xebatkarên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Di pêncemîn salvegera şehadeta heval Arîn Mîrkan û heval Rêvana de em bejna xwe li hember hemû şehîdên tevgera azadiyê ditewînin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîd Arîn û şehîd Rêvana di 5’ê meha 10’an a sala 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kir, wekî bi hezaran qehremanên ku qebûl nekir ku bajarên me ji aliyê çeteyan ve bêne dagirkirin, canê xwe bi lehengî feda kirin ji bo gel, ax û rûmeta xwe. Ew jinên ku xeta pêşengên me yên wekî Zîlan, Bêrîtan û Şîlanan şopand, bi îradeya jina azad a ku di dibistana rêber Apo de fêrî rêya azadî, wekhevî û demokrasiyê bûn, bûne sembola berxwedan û qehremaniyê ku planên dagirkeran û nexşerêya ku ji bo Rojhilata Navîn hatibû xêzkirin, hemû bi îradeya xwe ya azad qulibandin û ji Kobanê heta Dêrazorê dever bi dever, herêm bi herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Îsbata pêşengiya jinan ji şoreşa Rojava re ji tevahî dinyayê re kir, şerê li dijî qirkirina mirovahiyê kir, dikaribûn bi îradeya xwe dîroka mirovahiyê ya ku îxanet lê hatibû kirin, sererast bikin.

Em wek tevgera jinan, Kongreya Star bi boneya salvegera şehadeta hevalên xwe soza şopandina xeta hemû lehengên xwe dubare dikin. Berdewama xebat û çalakiyên xwe bi slogan “Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” li hemberî tehdît û gefên dewleta Tirk parastina destkeftiyên dîrokî yên ku şehîdên me ji bo me qezenc kirine, heta dawiyê bê rawestan bikin.”

Back to top button