Arşîv

120 mamoste têne perwerdekirin

Hemleya Kongreya Star ku 8`ê Tebaxê li Rojava dest pê kiribû û çalakiyên cuda bi rêxistin dikin, didome. Jin bi awayekî zêde tev li hemleyê dibin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk 120 mamoste perwerde kirin, her wiha mamosteyên ji pêkhateyên Ereb jî tev li perwerdeyê bûn.

Perwerde rojên şemiyê li hola Dibistana Alan Mihemed a li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd tê dîtin. Perwerde 3 saetan dewam dike. Di perwerdeyê de komîte dersên civaka zayendperest, estetîk û her wiha şerê gel ê şoreşgerî dide.

Endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya KPCD Nûjîn Osman destnîşan kir ku wan dersên ku divê werin dayîn û girêdayî mijara hemleyê ne, diyar kirine û ew jî mijarên zanista civakî ya girêdayî şoreşê ne.

Mamosteya bi navê Xezale Abdulrehman ji pêkhateya Ereb e û diyar kir ku jinên tev li perwerdeyê bûne, nêrînên wan cuda bûn û ya girîngtir jî nêrîna rêber Abdullah Ocalan di vê derbarê de nas kirin.

Back to top button