Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê bang li tevahî aliyan kir ku berpirsyarên gelê Sûriyê bin

Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniyek weşand ku binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî mafên sûriyan, çi di hundirê xaka Sûriyê de yan jî wek koçber di xaka Tirkiyê de dibe, şermezar kirin û bang li tevahî aliyan kir ku li hember gelê Sûriyê berpirsyar bin.

Daxuyanî wiha ye:

“Aloziya Sûriyê ya herî girêktirîn di cîhanê de ye. Bi lezgînî vegerî nakokiyên herêmî û navdewletî. Tê de hesabên geosiyasî di ser giştî qanûn û mîsaqên navdewletî re ne. Gelek hêzên herêmî destwerdan kirin. Çi bi şandian hêzên yekser û çi jî bi rêya piştevaniya komên çete. Hê jî rola Tirkiyê ya mezin di lîstina aloziya Sûriyê de heye. destwerdana wê jî guhartineke ji binê ve ji aliyên siyasî û leşkerî ve çêkir û bi wê re jî berjewendiyên xwe yên Osmanî yên li xaka Sûriyê aşkere kirin.

Li vir jî ne cihê nîqaşê ye ku Tirkiyê ji rûdanên li Sûriyê fersend girt. Lê tevî danûstandên nerm bi Tirkiyê re û avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor, îro Tirkiyê leşkerên xwe li ser sînor amade kirine da ku êrîşî herêmên ewle yên li Sûriyê bike.

Bi encama rewşa karesat a ku tevahî Sûriyê jiyan dike bi tevahî pêkhateyên xwe, Meclis Jinana a Sûriyê hê jî tevahî binpêkirinên Tirkiyê yên bi mafên Sûriyê li hundirê xaka Sûriyê û li ser koçberên li Tirkiyê pêk tên, şermezar dike. Bi sedema bûyer û rûdanên li Sûriyê, li gel tevahî sûriyan hestên bedbînî çêbûn. Ji ber ku desthilatî, çanda nefretê, tundî û nîjadperestiyê hat avakirin. Ew hemû jî hişt ku rastî û xwezaya dewleta Tirk a ku astengî li pêş nirx, mafên mirovan û azadiyê pêk tîne, bên aşkerekirin. Bi wê re jî dewleta Tirk dibe asteng li hember çareseriya aloziya li Sûriyê, demokratîkbûn û pêşeroja wê.

Bi encama girêkkirinên herêmê û navdewletî yên hakimiyetê li aloziya Sûriyê dikin, bang li tevahî aliyên pêwendîdar ên herêmî û navdewletî dikin ku li hember gelê Sûriyê û pêşeroja herêmê, berpirsiyar bin. Her wiha jî bang li xebateke cidî û lezgîn a çareseriya aloziya Sûriyê dikin. Xwînrijandin û dijminatiyê bi rêya lihevkirinên navdewletî rawestînin. Divê biryareke navdewletî ya pêkanîner derkeve û wiha be:

Sînorekê ji gefên Tirkiyê yên der barê herêmê de deynin ku bi gumana şerekî nû ye û gelê Sûriyê êdî enerjiya wê tune ye. Her wiha jî divê bi mekanîzmayên çavdêrî, lêpirsîn û qedexekirina firotina çekan be. Li aliyekî din jî divê xebateke siyasî û lihevkirin li gorî pêşerojê pêk bên ku ber bi pergaleke demokratîk ve biçe û tirsa şer li sûriyan û herêmê rabe.”

Back to top button