Arşîv

Bûyerên herî berbiçav ên li bakurê Sûriyê

Dewleta Tirk, êrîşên li dijî Rojava-Bakûr-Rojhilatê Suriye ku ev demekê dirêj e amadekariyê wê dike 9´ê Cot¬mehê saet di 16.20´an de bi bombebarana balafiran a li dijî gundê Mişrefa yê girêdayî bajarê Serekaniyê da destpêkirin. Li gorî agahiyên destpêke, ji sivîl û hêzên QSD birîndar û şehîd hene. Her kêliya ku em bêdeng bimînin îhtîmala ku birîndar û şehîd zêde bibin heye. Piştî vê êrîşê li dijî Eyn Îsa, Girê Spî, Qamişlo, Tirbespî, Dirbêsiyê êrîşên bi top û havanan pêk hat. Dewleta Tirk niha di qada 460 kîlometre ya di navbera Dêrik û Girê Spî de bi balafir û obûsan êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk li qada sînor li hîn deran dîwarên sînor radike, ji vir hewl dide çeteyên terorîst derbasî erdên Rojava-Bakûr-Rojhilatê Suriye bike. Piştî ku li tevahiya xetê sînor bi berxwedana hêzên QSD re rû bi rû ma, dewleta Tirk giraniyê dide hêzên hewayî.
Her çend dewleta Tirk êrîşên xwe bi îdîayên weke ewlekarî û ji bo koçberan li erdên Tirkiye bi cîh bike veşêrê jî, gelek êşkere ye ku dest bi harekata paqijiya etnîk dike. Her weha gelek eşkere ye ku dewleta Tirk li dijî gelên xwedî nasname, çand û baweriyên cuda yên li ser van xakan dijîn jî polîtîkaya qirkirin û koçberkirine xistiye dewre. Tevî vê rastiyê ev êrîş li pêşberî çavên hemû cîhanê di 20. salvegera komploya navnetewî ya 9´ê Cotmehê de hate destpêkirin. Li dijî van êrîşên li dijî însanî gelên qadîm ku li van xakan dijîn wê ji xetê berxwedan û azadiyê tawîz nedin û heta dawiyê têbikoşin. Bi çalakiyên çadirên berxwedanê û mêrtalên zindî ku ev bi mehane dewam dikin vê nîşan didin. Îro jî çekên xwe girtin, berê xwe dan êniyên şer û vê nîşan didin.
Li Bakûr-Rojhilatê Suriye jin ev bi mehane bi dirûşma ‘‘Ax û rûmeta xwe biparaze, dagirkerî û DAİŞ´ê tek bibe’’ li ser piyan û di çalakiyan de ne. Ji ber ku nirxên dewleta Tirk êrîş dike nirxên şoreşa jinê ne. Ev nirx bi navê însaniyetê û jinan bi hezaran şehidan, bi xwîne hate afirandin. Bi hezaran jinên ciwan ku êrîşên DAIŞ´ê têk birin, doza xwe ya azadiyê ji şopdarên xwe re hiştin û şehîd ketin. Ji bo herêma Suriye û tevahiya jinên cîhanê giraveke azadiyê afirandin. Jinan di vê girava azadiyê de heta dawiyê dikarin di warê fikir, beden û ruhî de xwe pêşbixin. Dewleta Tirk bi têgihiştina mêr û kevneşopiya xwe ya hezaran salan, ya ji bilî felsefeya cariye, fahîşe, kolê û hevjiniyê jinê nas nake, êrîşî vê girava azadiyê ya jinan dike. Armancê wan ew e ku civaka azad ya bi pêşengiya jinan pêş ketiye, tine bike. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku vê girava azadiyê ku berdelên gelek mezin hatiye afirandin biparêzin û belavî tevahiya cîhanê bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li ser bingeha kampanya “Jin Rojava diparêzin” li her derê çalakiyan pêş bixin.
Di destpêka sedsala 21. de Tirkiye dixwaze bi faşîzme mora xwe lê bixe. Polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst her tim darbe li şansê jiyana hevbeş ya gelên Rojhilata Navîn dixe. Di heman demê de pêşî li yekbûna potansiyela şoreşgerî û nirxên demokrasiyê yê Rojhilata navîn û nirxên demokrasî û azadiyê ya hemû gelên cîhanê digire. Bê guman em dizanin ku dewletên paşverû, dewletên NATO´yê piştgirî didin dewleta Tirk a faşîst. Ji ber vê yekê em bang li hemû tevgerên demokrat, sosyalîst, şoreşger, femînîst, anarşîst, ekolojîst yên li Rojhilata Navîn, li Ewrûpa, Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê, Emerîkaya Latîn, li Asya, Afrîka û tevahiha cîhanê dikin ku vê faşîzma dewleta Tirk ferz dike bi berxwedanê têk bibin.

Em bang li her kesên ku dibêje ez însan im dikin ku ji bo êrîşên îşgal û qirkirinê ku dewleta Tirk bi piştgirî û
erêkirina hêzên hegemon yên cîhanê destpêkiriye were rawestandin, rabin ser piyan û bi berxwedana me re
bibin yek.
Nirx û bîranînên jinên Spanî, Filîstîn, Rusya, Vîetnam, Çîn, Kuba, Cezayîr, Meksîka û welatên bê hêjmar yên
di şoreş û berxwenên li dijî faşîst de cîh girtine bi şervanên YPJ zindî bûn. Jin ji bo nirxên li Efrînê heta dawiyê
li ber xwe dan. Îro jî berxwedana hevbeş ya jinan û gelan dikare dewleta Tirk a faşîst rawestîne. Em bang li
hemû jinên cîhanê dikin ku em dengê xwe, çalakiya xwe û enerjiya xwe bikin yek û pêşengî li têkoşîna hevbeş
ya gelan bikin. BM û NATO, dema dewleta Tirk xakên gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê û qirkirina Kurdan dike,
pêşî lê negirt. Ji bo li dijî vê helwestê zextên demokratîk zêde bikin, em banga zêdekirina çalakiyan dikin. Her
weha em bang li siyasetmedar, sazî û hukûmetên ku li dijî dagirkirinê hin hewldanên wan hene dikin ku bi
çalakî û berxwedanan nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin.
Em bang li Konseya Ewlekariyê ya NY dikin ku di civîna xwe de van êrîşên qirêj û qirkirinê rawestînin. Em
bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo dengê xwe bigihînin Konseya Ewlekariyê ya NY rabin ser piyan.

Back to top button