Arşîv

TAJÊ û YJCÊ bang li xwedîderketina berxwedana Rojava kirin

Îro li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava ku ev 4 roj in didome, bi pêşengtiya TAJÊ û YJCÊ daxwûyani hat dayin.

Li Komelgeha Borik a li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Yekitiyên Jinên Ciwanên Êzidî li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de berxwedana Rojava hat slavkirin û soza mezinkirina tekoşînê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Dîrok ji wiha nîşan dide ku tenê rêya gelê kurd ew e ku li berxwe bide. Ji bilî berxwedanê rêyeke me din tune ye. Dijminê mirovahiyê, dijminê ku li dijî tifaqa gelan disekine, îro faşîzma xwe mezintir kiriye. Tê xwestin ku vîna gelê kurd bê tunekirin. Di bin navê herêma ewle de sîvîl tên qetilkirin. Êrîş wekî her demê îro jî li dijî destkeftiyên me ne. Em ê tu carî destûrê nedin ku destkeftiyên me bên tunekirin. Em bangê li hemû gelê Kurd û cîhanê dikin ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bimre dagirkereiya AKP-MHP’ê.”

Back to top button