Arşîv

Şervaneke ji Serêkaniyê: Berxwedana me berdewam e heta serkeftinê

Zozan Ciwan a ku beşdarî Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê bûye got: “”Dewleta Tirk a dagirker şikandina îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Em destûr nadin ku ev yek were kirin, berxwedana me berdewam e heta serkeftinê.”

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi armanca qirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di encama êrîşan de bi dehan kes şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Dîsa jî bi hezaran kes koçber bûn.

Li hemberî van êrîşan şervanên QSD‘ê bi piştgiriya gel berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

Zozan Ciwan a ku beşdarî Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê bûye û li eniyên Serêkaniyê şer diyar kir ku, ew li Serêkaniyê ne li hemberî dewleta faşîst a Tirk a ku ji her aliyan ve êrîşî bajêr dike, disekinin.

Zozan anî ziman, bi saya keda QSD‘ê wê dewleta Tirk a dagirker nikaribe Serêkaniyê dagir bike û wiha got: “Di dema niha de şer li Til Helef û herêma Pêşesaz rû dide, çiqas êrîş dijwar be jî hêzên me li hember disekine.

Zozan di dawiya axaftina xwe de got: “Şêniyên me yên li Serêkaniyê li hemberî êrîşên dijmin hevgirtî ne û bi hêz in. Em soz didin heta dawiyê li ber xwe bidin. Em nahêlin dagirkeriya Tirk bihustek ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.”

Back to top button