Arşîv

Rêverberiya Xweser: Ji erka hikumeta Sûriyê ku sînorê xwe biparêze

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Bi hikumeta Sûriyê re ku ji erka xwe ye parastina sînorê welat û serweriya Sûriyê bike, lihevkirin çêbû ku artêşa Sûriyê derbas bibe û li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê belav bibe û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê destekê bide QSD`ê.”

Êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Artêşa dagirker rojan e komkujiyan derheqê sivîlan de pêk tîne û ya herî dawî jî komkujiya derheqê qafîleya sivîlan çibû Serêkaniyê, pêk anîn. Di encama komkujiyê de, 11 sivîl şehîd bûn ji wan jî nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed.

Ji bo parastina sivîlan, Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da raya giştî û bang li hikumeta Sûriyê kir ku parastina sînor bike û li rex QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirk re bisekinin.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hêza xwe ya leşkerî Hêzên Sûriyê Demokratîk ku ji hemû ciwanên pêkhateyên Sûriyê pêk dihat, li herêmên Rêveberiya Xweser ji bajarê Kobanê ji sala 2014`an ve dest bi şerê terorê kir. Ev şerê rizgarkirinê li dijî rêxistina terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir û Rojavayî Firatê Minbic, piştre Girê Spî, Tebqa û heta paytexeta wê Reqayê û piştre Dêrazor rizgar kir. Ev serkeftina li dijî rêxistinê piştî 5 salan ji şer di dîroka 23-03-2019 li cihê wê yê herî dawî li rojhilatê Dêrazorê, serkeftin îlan kir. Ev erdnîgariya rizgarkirî ji 1/3 axa Sûriyê ye û Hêzên Sûriyê Demokratîk 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dan, ji wan kesên gazî ne.

Ev berdêleke giran bû ji bo em gelê Sûriyê rizgar bikin û hemû pêkhate ji zilm û zordariya va rêxistina terorîst xelas bikin û parastina yekbûna axa Sûriyê bikin.

Projeya me ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga parçebûnê nedikir, lê belê me banga diyalogê û çareseriya aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane dikir û hîna em banga wê dikin. Me êrîşî tu kesî me dewletên cîran û heta heta dewleta Tirk tehdîd nekir. Lê wê me bi terorê tewanbar kir û hîna wisa dike. Rolek neyînî di belavkirina terorê de li Sûriyê ji destpêka aloziyê ve lîst. Îro êrîşî axa Sûriyê ya ku Hêzên Sûriye Demokratîk bi xwîna ciwanên vê axê rizgarkiriye dike.

Di dirêjahiya 5 rojên derbasbûyî de hovantirîn sûcan der heqê sivîlan de pêk anîn. Hêzên Sûriye Demokratîk bi lehengî û qehremantî li hember êrîşê li berxwe da û gelek şehîd û birîndaran ji bo parastina serdestiya Sûriyê dane. Lê dewleta Tirk di êrîşa xwe de berdewam e. Ji bo ku em li hember vê êrîşê bisekinin. Me bi hikumeta Sûriyê re lihev kir ku ji erka wê sînorên welêt û serdestiya Sûriyê biparêze. Artêşa Sûriyê derbas bibe û li ser dirêjahiya xeta sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re belav bibe ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyê Demokratîk di şikandina vê zêdegaviyê bike û herêmên ku artêşa Tirk û çeteyên wê derbasê bûne rizgar bike. Ev lihevkirin derfeta rizgarkirina tevahiya ax û bajarên Sûriyê yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin mîna Efrîn û bajarên din çêdike.

Li ser vî esasî em tevahiya şêniyên xwe ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bajarên ser sînor ji vê belavbûnê agahdar dikin. Ev belavbûn bi kordîne û lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê.”

Back to top button