Arşîv

‘Dewleta Tirk sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne’

Meclisa Dada Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne, li gorî zagonên navdewletî yên giştî, mirovî, ragihandina cîhanî ya mafên mirovan, sozên navdewletî yên mafên sivîl û hemû hevpeymanên navdewletî, sûcên şer in û sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Meclisa Dada Civakî, Rêxistina Mafên Mirovan, Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li kantona Cizîrê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da û bang li tevahî rêxistinên navdewletî, rêxistinên mirovî û mafî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrîşên li ser bajarê Serêkaniyê rawestîne û korîdoreke mirovî bi lezgînî veke da ku sivîl û birîndaran rizgar bikin.

Bi dehan endamên Meclisa Dada Civakî, endamên Dîwana Dada Civakî, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Dada Civakî ya li bajarê Qamişlo ji aliyê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet bajarê Serêkaniyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ve rastî êrîşên hovane tên. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemû cûreyên çekên bejahî û asîmanî bikar tîne. Di encama wê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bû her wiha binesaziya herêmê û çavkaniyên jiyanê hatin rûxandin.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 3 rojan ve bajarê Serêkaniyê dorpêç kiriye da ku sivîl dernekevin, birîndaran derman nekin û madeyên xwarin û tenduristiyê derbasî bajêr nebin. Kadroyên tenduristî û alîkariyê têne hedefgirtin. Ji ber wê jî jiyana b sedan sivîl û birîndaran di nava xetereyê de ye. Ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker di 17`ê Cotemha 2019`an de topbaran û bombebarana bêserûber li ser bajarê Serêkaniyê û derdora wê zêde kir. Ev yek dihêle ku bajêr û şêniyên wê rastî karaseteke mirovî bên. Kiryarên dewleta Tirk li gorî zagonên navdewletî yên giştî, mirovî, ragihandina cîhanî ya mafên mirovan, sozên navdewletî yên mafên sivîl, siyasî, çandî, aborî û hemû pîvanên navdewletî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye.

Li ser vê esasê em hemû berpirsyariya van sûcan dixin ser milê dewleta Tirk. Em bang li Desteya NY`yê, Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî, Komkara Erebî, hemû rêxistinên mirovî û mafî ku erka xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û bi lez korîdoreke mirovî veke da ku sivîlên birîndar derxin.”

Back to top button