Arşîv

Jinên Helebê: Em şopdarên rêya şehîd Hevîn Xelef in

Endamên Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Helebê û gelek jinên rewşenbîr û endamên saziyên sivîl ên bajarê Helebê kom bûn û rewşa dawîn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û hedefgirtina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef nîqaş kirin.

Civînê rêzgirtinê dest pê kir, paşê Buroya Jinan a giştî di partiyê de daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama buroyê Suheyle Birîm ve hate xwendin û behsa rola jinan û beşdarbûna wan di dayîna biryarê û bi hemû rêyan ji bo Sûriyê tê bikoşin. Her wiha soz dan ku ew ê heta azadiyê ji bo avakirina Sûriya pêşerojê bimeşin.

Paşê seroka buroya partiyê li Helebê Xalîde Ebdo li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef axivî û diyar kir ku şehîd Hevrîn her tim amade bû ku Sûriyeke pirreng ava bike.

Xalîde bi bîr xist ku şehîd Hevrîn di bilindkirina asta jinan di partiyê de bi rêya rêbaza xwe ya nerm û dan û standina wê bi hemû jinan û hemû pêkhateyan re ji bo pêkanîna azadiya jinan û taybet li herêmên Reqa û herêmên ku herî dawî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, dixebitî.

Di dawiya axaftina xwe de Xalîde diyar kir ku hedefgirtina Hevrîn Xelef ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê tenê bêhêzbûna wan li pêşiya jinên Sûriyê yên azad in.

Paşê beşdaran li dengê şehîd Hevrîn Xelef guhdar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmehê de ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hate şehîdkirin.

Back to top button