Arşîv

Sûcên dagirkeriya Tirk mijara civîna jinan a li Reqayê bû

Civîn li taxa El-Rimêla li navenda bajêr li dar ket. Bi dehan jinên bajarê Reqayê û gundewarê wê tev li civînê bûn.

Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê û gundewarê wê Zelîxa Ebdî girêdayî armancên êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Zelîxa bi bîr xist ku dewleta Tirk hemêzekerê sereke yê çeteyên DAIŞ`ê ye, derbasbûna bi hezaran çeteyên ji Sûriyê hêsan kir û piştgiriya wan kir ji bo ku ajandeyên xwe li Sûriyê pêk bîne.

Zelîxa destnîşan kir ku Tirkiyê penaberan wek kaxeza zextê li ser civaka navdewletî bi kar tîne. Zelîxa teqez kir ku ne ji ber tirsa li ser ewlehiya xwe êrişî herêmê kir lê belê ditirse projeya herêmê ya demokratîk derbasî hundirê Tirkiyê bibe.

Di nav gotinên xwe de Zelîxa diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi binpêkirinên xwe destpêkê jinê dike hedef, bi taybet piştî ku ji koletiya DAIŞ`ê rizgar bû û tevahiya mafên xwe bi dest xist. Her wiha bûyera qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef, lîstina bi cenazeyê şehîd Amara û beriya wê Barîn Kobanê li Efrînê şermezar kir.

Zelîxa balkişand ser ku gelê xwedî vîn dê bi serkeve û bi vîna jina azad, gel heya serkeftinê dê asta têkoşîn, berxwedanê û piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk bidomîne.

Di dawiya civînê de Zelîxa Ebdî got, dewletên mezin tenê li berjewendiyên xwe digerin, lê vîna gelan wê hertim biserkeve.

Back to top button