Arşîv

Kongreya Star: Êrîşên dewleta Tirk azadî û hebûna jinan dike hedef

Kongreya Star navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got ew berdewamiya komployên navdewletî li dijî pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha kiriyarên hovane yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bi cenazeyên şervanan dilîzin şermezar kir û desntîşan kir ku ev yek azadiya jinan dike hedef.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Kongreya Star Amed Hacî ve hat xwendin. Bi dehan endamên Kongreya Star a navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Êrişên dewleta Tirk û dagirkirina wê ji Efrînê re bi navê “Çiqilê zeytûnê” bû û êrîşên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi navê “Kaniya aştiyê” ye. Ka aştiya ku di rijandina xwîna sivîlan de behsa wê dikin û bi taybet esîrên şer û lîstina bi cenazeyê şervanan mîna Barîn Kobanê li Efrînê û heman bûyer li Serêkaniyê hat dûbarekirin û bi cenzeyê şervana bi navê Amara û siyasetmedar Hevrîn Xelef lîstin û şervana bi navê Çîçek Kobanê esîr girt.

Ji tevahî cîhanê re diyar e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Divê rêxistinên navdewletî û komîteyên mafên mirovan hesab ji dewleta Tirk û fesîleyên wê yên terorîst, bixwazin. Em weke Kongreya Star soz didin şervanên YPJ`ê û şehîdên xwe Barîn, Avesta û Amara ku em ê her tim şoparên rêya wan bin.

Êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên me bi taybet azadî û hebûna jinan dike hedef. Ji ber wê em tekez dikin ku em ê berxwedaniya xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin û derfet nadin ku projaya xwe ya dagirkeriyê li ser xak Sûriyê, berdewam bike.”

Back to top button