Arşîv

Jînda Ehmed: Dibistan û peymangeh hedef hatin girtin

Hevseroka Rêveberiya Dibistananan a Kantona Hesekê Jînda Ehmed diyar kir ku 110 dibistan ji bo koçberan hatine vekirin û got: “Êrîşên dewleta tirk, êrîşa li ser zanistê ye.”

Di 9’ê Cotmehê de artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî seranserê sînorê Rojava kirin. Di encamê de bi hezaran kes ji warê xwe koçber bûn, gelek kes hatin qetilkirin. Di destpêka êrîşê de dibistan û peymangehên ziman hatin hedefgirtin û hat topbarankirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Jînda Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir. Jîndayê diyar kir ku êrîş zimanê dayikê hedef digire.

‘Êrîş çand, ziman û hebûna gelan tê kirin’

Jîndayê da zanîn ku êrîşên li ser Rojava tên kirin bi armanca qirkirina çand, ziman û hebûna gelan e û wiha domand:”Di 9’ê cotmehê de artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî seranserî sînorê Rojava kir. Di despêka êrîşan de peymangeh û dibistan hatin hedefgirtin û topebarankirin. Di heman demê de ji ber topbaranê gel neçarî koçberiyê bûn. Êrîş di heman demê de hebûna gelan hedef digire.”

‘Projeya netewa demokratîk nimûneya rast a ji bo wekheviya gelan e’

Jîndayê di dewama axaftina xwe de wiha got: “Projeya Netewa Demokratîk hemû gelên herêmê hembêz kir. Her pêkhate dikare bi mafê xwe yê zimanê dayikê bixwîne û azad bijî. Ev piroje nimûneya rast a ji bo wekheviya gelan e. Sîstemên desthildar ev piroje wekî xeteriyekê li ser hebûna xwe dibînin lewma di bin navê herêma bi ewle de êrîş dike, lê ya rast guhertina demografîk û binxistina pirojeya Netewa Demokratîk a ku gelê herêmê ji xwe re pejirandiye armanc dikin.”

‘Koçber di 110 dibistanên kantona Hesekê de hatin bicihkirin’

Jîndayê bal kişand ser rewşa koçberan û got: “Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, gel neçarî koçberiyê bûn. Em jî wekî rêveberiya dibistanan li ser vekirina dibistanan sekinîn nêzî 110 dibistan ji bo me ji bo koçberan amade kirin û wan bi cih kirin. Ji bo pêwistî û alîkariya koçberan, di her dibistanekê de 2 mamosteyên me yên ziman, cihê xwe girtin.”

‘Em perwerdekirina xwendekaran dewam dikin’

Jîndayê zehmetiyên perwerdekirina şagirtan anî ziman û got: “Ji ber hejmarek mezin ji dibistanan ji bo koçberan hate vekirin û ji bo ku xwendevan ji perwerdeya xwe qut nebin em neçar man perwerdekirina xwendekaran li ser 3 koman bidin. Ew jî wiha ne: Astên seretayî ji saet 8’an heta 11’an, Yên navîn ji 11’an heta 2’yan û amadehî ji 2’yan heta 5’an perwerdeyê dibînin. Bi vî awayî xwendevan ji perwerdeyên xwe qut nabin. ”

‘Dijmin dixwaze em perwerdeya xwe piştguh bikin, lê em rê nadin’

Jîndayê diyar kir ku dê mamosteyên Zirgan û Serêkaniyê dema koçber derbasî kampê bibin dest bi perwerdekirina xwendekaran bikin û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser di kampa Waşokanî de kar dike. Piştî amadekariya kampê, koçber dê di kampan de werin bicihkirin û kirîza perwerdehiyê were çareserkirin. Mamosteyên me yên Serêkaniyê û Zirgan li kampa Waşokanî jî dê perwerde bidin xwendekaran. Em rê nadin dijmin ku xwendekaran ji perwerdeyê qut bike. Ji ber piştguhkirina perwerdehiyê windakirina dîrok û zimanê dayikê ye.”

Jîndayê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku koçberan piştguh nekin û rê li ber kiryarên hovene bigirin.

Back to top button