Arşîv

Şandeyek jinên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava

Îro şandeyek ji jinên Başûrê Kurdistanê bi rêya dergeha Sêmalka gihîşt Rojava.

Şande ji 21 jinên çalakvan û rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê pêk tê. Di nav şandeyê Endama Rêxistina Rîbak a Jinan bijîşk Wijdan Nûredîn, Hevseroka Berê ya Partiya Çareserî ya Demokratîk a Kurdistanî Necîba Umer, Berpirsa Navenda Zerdeşt Awaz Nîzam, Seroka Meclisa Şaredariya Silêmanî ya Tevgera Azadî Şihîn Mihemed û rojnamevan Jîno Mehmûd.

Endamên şandeyê tekez kir ku sedama serdana wan ji Rojava re da ku piştgiriya xwe bi Berxwedana Rûmetê re li dijî dewleta Tirk diyar bikin.

Tê payîn ku şande serdana çend bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan li herêmê, bike.

Back to top button