Arşîv

Weqfeya Jin bang li rejîma Sûriyê kir ku dest bi diyalogên bi Rêveberiya Xweser bike

Weqfeya Jinên Rewşenbîr a Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê daxuyanî li navenda TEV-DEM`ê li bajarê Hesekê, da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Weqfeya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kewser Mardînî ve hat xwendin. Bi dehan endamên weqfeyê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji hemû hezkiriyên azadî, aştî û demokrasiyê re. Ji hemû rêxistinên mirovî û mafên mirovan re.

Hişmendiya desthilatdar a baviksalarî ya hovane di şexsê komên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra û yên bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê ku destekê ji dewleta Tirkiyê ya faşîst digirin, hewl didin şoreşa jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wê li kêleka mêr di hemû qadên jiyanê de têk bibin. Jinan rola xwe ya serkêşiyê di nava civakê de girt. Dengê xwe gihand hemû cîhanê. Ji ber vê yekê yek ji armancên dewleta Tirk a dagirker ku îradaya jinên azad bişkîne. Rola jinên azad ku di têkbirina DAIŞ`ê de ku bi cenazeyan dilîze û bi şêwazên derexlaqî û mirovî bi esîran dide û distîne, sereke bû.

Berdewamkirina dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re diyar dike ku armancên Erdogan ên dagikirinê berfirehin da ku xeyalên xwe di pêkanîna împratoriya Osmanî de bi rêya ku xwe kiriye xelîfe, qirkirina etnîk, guhertina demografî û qirkirina gelên herêmên yên resen pêk bîne. Da ku bi vê yekê mîsaqa tevlêkirina Heleb, Rojava, Kerkûk û Mûsilê pêk bîne û NY`yê bê deng e.

Em weke Weqfeya Jinên Rewşenbîr di Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê de tekez dikin ku çareseriya li Sûriyê di destê gelên Sûriyê de ye bêyî tu destwerdanên ji derve. Her wiha ku rejîma Sûriyê dest bi diyalogan bi Rêveberiya Xweser re bi garantor û navpeynakariya navdewletî dê çareserkirinê nêz bike.

Em dagirkirina Tirkiyê ya hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kuştina sivîlan ji jin û zarokan şermezar dikin. Her wiha hewldanên qirkirina gelên herêmê yên resen û kuştina jinan û lîstina bi cenzayên wan şermezar dikin. Em helwesta Sekreterê Giştî yê NY`ê û rêxistina qedexeya çekên kîmyasal şermezar dikin.

Em soz didin tevahî gelê xwe ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe û hêza xwe QSD`ê bin heta serkeftinê, têkbirina teroristan û derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha silavkirina QSD`ê bidawî bû.

Back to top button