Arşîv

Şandeya jinan a Başûr: Divê jinên Kurdistanê li dijî sûcên Tirkiyê bibin yek

Duh êvarê şandeyeke jinan ji Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê, di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bû. Di çarçoveya xebatên şandeyê de, îro sibê serdana navenda Kongreya Star li bajarê Hesekê kirin. Şande ji 21 rojnamevan û aktîvîstên jin ku di nav de endama rêxistina jinan “REPAK” û hevseroka berê ya Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê, berpirsa Navenda Zerdeşt, seroka Meclisa Şaredariya Silêmaniyê, ji Tevgera Azadî Şehîn Mihemed û rojnamevan Cîno Mihemed pêk tê.

Şande ji aliyê endama koordînasiyona Kongreya Star Asiya Ebdullah, berdevka Kongreya Star Evîn Swêd, endamên Kongreya Star li kantona Hesekê Evîn Başo, Şêrîn Oso û Zeyneb Efrîn û her wiha hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah û hevseroka Rêveberiya Herêma Hesekê Civîn Remo ve hat pêşwazîkirin.

Destpêkê bi navê Kongreya Star Evîn Başo bixêrhatina şandeyê kir û got: “Em spasiya serdana we û piştgiriya we ji Berxwedana Rûmetê re dikin. Ev serdan yekitiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û yekitiya jinên Kurd ên ji bo azadiyê tê dikoşin, îspat dike.”

Evîn Başo wiha berdewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê û El-Nusra û artêşa Tirk a dagirker di êrîşa xwe de gelek herêm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, gelek sûc û binpêkirin der heqê gelê me û bi taybetî jinan de ji kuştin, koçberkirin, bikaranîna çekên qedexekirî, kuştina jinan û lîstina bi cenazeyên wan wek şehîd Hevrîn Xelef û şervana YPJ`ê Amara û revandina şervana birîndar Çîçek Kobanê, pêk anîn. Lê baweriya me bi hêza me û îradeya gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê û bi cîhanê xurt e ku bi yekitiyê em ê herêmên xwe ji dagirkeran rizgar bikin û tola şehîdên xwe hilînin.”

Piştre gelek axaftin ji aliyê jinên di şandeyê de hatin kirin. Jinan tekez kir ku armanca serdana wan piştgiriya Berxwedana Rûmetê ye û diyar kir ku êş û birînên wan yek in. Her wiha bal kişandin ser yekitiya refa kurdî li dijî xeteriya li ser Kurdan û tekez kirin ku qetilkirina jinan li Rojava bi rengekî hovane, zîhniyeta DAIŞ`ê û Tirkiyê li hemberî jinên azad nîşan dide. Axaftvanan bang li jinan li çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî van binpêkirinên mafên mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekitiya xwe ava bikin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, civînek ji çapmeniyê re girtî dest pê kir. Tê payîn ku piştî civîn bi dawî bibe, daxuyaniyek ji raya giştî re were parvekirin. Her wiha tê payîn ku şandeya jinan serdana dibistanên ku koçber lê dimînin û Kampa Waşokanî û serdana birîndarên şer bike.

Back to top button