Arşîv

Têkildarî 25‘ê Mijdarê li kampa Berxwedanê semînerek hate dayîn

Semînar bi qedeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Kongreya Star a kantona Şehba Şaziye Îbrahîm li ser dîroka roja 25`ê mijdarê ya cîhanî axivî.

Endama Kongra Star a kantona Şehba Leyla Îbiş jî axivî û balkişande ser armancên semînarê û wiha got:“ Armanca semînarê ewe ku asta zanistiyê li gel jinan bilind bibe da ku rê li ber şêwaziyên tundiya li ser jinê bê girtin.”

Kongreya Star dê heman semînarê li gundên kantona Şehba wek Til Qirah, Kefer Xaris, Teane û Nîrabiyê, organize bike.

Back to top button