Arşîv

Li Minbicê şahiya helbestan û pêşangeha wêneyên qurbaniyên êrişa dewleta Tirk

Îro Yekitiya Rewşenbîran Minbic û Gundewarên Wê, şahiyeke helbestan û pêşangeheke wêneyan li qada Pirtûkxaneya Mihemed Minle Xezîl a li taxa Sînaa ya bajarê Minbicê bi dirûşma “Sûcên şer rawestînin û mirovahiyê rizgar bikin” li dar xist. Di her du çalakiyan de, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, tevî bi dehan rewşenbîran amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre helbestên li ser şehîdan ji aliyê helbestvanan ve hatin xwendin. Helbestvan Reşîd Ebbas helbestek bi navê “Xwîna Şehîd” xwend. Piştre ciwanê bi navê Seîd Hemeda helbestek bi navê “Rêwiyên li ser Xweliyê” li ser oxirkirina şehîdan xwend.

Piştre hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Fatme Hemîd, helbestek li ser dayika şehîd xwend. Di helbestê de behsa oxirkina dayika şehîd Elewî ji lawê xwe yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye, tê kirin û tekeziyê bi yekitiya gelên Sûriyê dike.

Piştre helbestek li ser fedakariyên şehîdan ji aliyê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ehmed El-Yusif ve hat xwendin. Her wiha du helbestên cuda; yek li ser hevalê şehîd û ya din bi navê “Çîroka Welatekî” ji aliyê Ibrahîm El-Mustafa ve hatin xwendin.

Di dawiya çalakiyê de beşdar li nava pêşangehê geriyan.

Tê payîn ku pêşangeh heta roja sêşemê dewam bike û semînerk der barê sûcên şer di qanûnên navdewletî de were dayîn.

Back to top button