Arşîv

Meclisa Jinan a Minbicê: Kiryarên dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê heman in

Bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê re Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Meclisa Jinan a Minbicê civînên xwe ji bo pênaskirina vê rojê bi dawî kirin.

Bi dirûşmeya `Bi şoreşa jina azad re em ê civakek bê tundî ava bikin` Meclisa Jinan a Minbicê civînek ji xeta rojhilat li gundê El-Yastî re li dar xist. Bi vê civînê re meclisê rêzecivînên xwe li bajêr û gundewar bi dawî kir.

Bi dehan jin û mêr tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Meclisa Jinan Hala El-Hesen axivî û Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, sedema û çîroka diyarkirina vê rojê şîrove kir.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Navenda Jinelojî Sedîqa Xelo behsa tundiya civakî ya li dijî jinê di bin navê şermê beriya gunehiyê û urfûadetan kir û got: “Zewicandina keçan bê nêrîna wan bandor li wê û zarokan dike û rêjeya berdanê zêde dike.”

Berdevka Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir pêwîstiya avakirina civakek zane û pêkanîna slogana xwe `Bi şoreşa jina azad re em ê civakek bê tundî ava bikin` teqez kir. Ibtîsam destnîşan kir ku bi hemû hêza xwe hewl didin bighêjin tevahiya çînên civakê ji bo ku zihniyeta mêrdestiyê tune bikin û diyar bikin ku mêrantî ne bi tundiyê ye lê belê bi rêzdariyê ye.

Ibtîsam tundiya ku DAIŞ`ê li dijî jinan pêk tîne bi kirinên artêşa Tirk a dagirker şibihandin û got, kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, dayîka Aqîde û şehîd Amara bi rêbazek hovane delîla wê ye.

Ibtîsam destnîşan kir ku ew jî isbat dike ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîna jinê tune bike. Di dawiyê de Ibtîsam bang li jin û mêran kir ku rolên xwe di têkoşîna li dijî tundiyê li ser jinê bilîzin ji bo ku civakek dikare xwe û welatê xwe biparêze ava bikin.

Back to top button