Arşîv

Evîn Siwêd: Divê dewleta Tirk bikevin lîsteya terorê ya cîhanî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Musra di bin çarçoveya qaşo artêşa watanî ya sûrî de ya ku di 30`ê Gulana 2017`an de ava bûye, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Êrişên wan heya niha berdewam in. Dagirkeran komkujiyên hovane der heqê pêkhateyên herêmên de ji zarok, jinan û siyasetmedar pêk anîne. Heta ku kadroyên tenduristiyê ji binpêkirinên wan nefilitîn.

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd diyar dike ku gelên herêmê di salên derbasbûyî de ji bo jiyana azad û rûmet têkoşînek mezin dane meşandin û wiha got: “Di wan salan de, komkujî biqasî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê artêşa watanî ya sûrî hovantir pêk nehatine.”

Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevhiya jinan re bûye nimune(sembol)

Evîn destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êrişên xwe vîna jina azad dikin hedef. Her wiha diyar kir ku sedema wê jî ew e ku jin cureyek ji berxwedanê nîşan daye û di dirêjahiya salên şoreşê de di tevahiya waran de bû pêşeng.

Evîn wiha domand: “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê benda tirsê şikand û pergala xwe av kir. Bi vê yekê ji tevahiya jinan re li Sûriyê û cîhanê bû sembol. Lê ev tişt li kêfa zihniyeta dîktator Erdogan û çeteyên wê artêşa watanî ya sûrî nehat, ji ber wê di roja sêyemîn a êrişan de sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef kir hedef û bi cenazeyê wê lîst.”

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 13`ê Cotmehê de rêya navdewletî ya di navber bajarê Reqa û Hesekê de ya ku bi navê M4 tê naskirin, qut kir û erebeya sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef kir hedef, kuşt û bi cenazeyê wê lîst.

Evîn îşaret bi hinek binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker kir û got: Kerwana sivîlan a ku berê xwe dabû Serêkaniyê ji bo ku birîndaran ji bajêr derxîne, hate hedefgirtin. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn di nav de têkoşer dayîka Aqîde. Her wiha komek çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi cenazeyê şervana YPJ`ê Amara Rênas di 22`yê Cotmehê de lîstin.”

Evîn zelal kir ku hedefgirtina jinê ne ji valahiyê tê, lê belê bi rêxistinkirî ye. Ji ber ku ew armanc dikin vîna jina azad bişkînin û nahêlibin bi azadî û rûmet bijî. Tevî wê jî vîna her jinek ji bo gelê xwe tê dikoşe têk bibin.

Evîn teqez kir ku ew wek Kongreya Star têkoşîna xwe li hember her kesê ku hewl dide vîna jinê têk bibe berdewam dikin. Ew ê asta têkoşîna xwe li hember binpêkirin û êrişên ku jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef mezin bikin. Evîn bang li tevahiya jinên Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku desteka têkoşîna wan bikin ji bo ku binpêkirin û êrişên Tirkiyê rawestînin.

Di dawiyê de Evîn Siwêd bang kir ku artêşa watanî ya sûrî bikeve lîsteya terorê ya cîhanî ji ber ku sûcên hovane der heqê gelê herêmê de bi taybet jinê pêk anîne û wiha got: “Bi navê tevahiya rêxistin û partiyên siyasî yên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her çar parçeyên Kurdistanê em bang dikin ku artêşa watanî ya sûrî bikeve lîsteya terorê ya cîhanî. Dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên der heqê jin, zarok û temenmezin de kirine, were muhesebekirin.”

Back to top button