Arşîv

Ji bo piştgiriya bi Zehra re…mamosteyên Hesekê li dijî biryara rêjîma Îranê derketin

Bi sedan mamosteyên bajarê Hesekê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser li kêleka pira Miftî kom bûn da ku bi xwepêşandanekê bi diruşmeya “Zimanê me hebûna me ye”, biryara rêjîma Îranê ya darevekirina mamosteya zimanê kurdî Zehra Mihemedî, şermezar bikin.

Di xwepêşandinê de, mamosteyan siloganên silavkirina berxwedana Rojava û keda mamoste Zehra berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Em hemû Zehra ne”, “Zimanê me hebûna me ye” û “bê zimanê dayikê, jiyan nabe” rakirin.

Xwepêşandêran berê xwe dan çarxerêya şehîd Serhad a navraste bajêr û li wir mêtingê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê mamosteyên bajarê Hesekê Diyana Ebdelkerîm daxuyaniyek bi raya gistî re parve kir.

Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:

” her mirovek li cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê diaxive. Ji ber ku ziman nasname ye. Lê belê dijminên gelê Kurd, tunekirina zimanê kurdî û gelê Kurd armanc dikin û hewl didin ku bi rêya kuştin û koçberkirinê, me qir bikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re jiyanek li gorî pîvanên biratiya gelan û pirrengiyê, jiyan kirin. Her gelî jî parastina zimanê xwe kir û bi pêş xist.

Lê belê dewletên faşîst çi li Tirkiye, çi li Îranê, bi hemî hêza xwe hewl didin ku zimanê kurdî tune bikin.

Desthilata Îranê xwe wek dewletek îsalamê pênase dike û qaşo banga wekhevî û pîvanên olî dike. Lê belê bi vî rengî sûcên xwe vedişêre. Herî dawî jî, ji ber ku bi zimanê kurdî perwerde dida şagirtan, biryara darvekirinê derheqê mamosteya zimanê kurdî Zehra Mihemedî de, da.

Ev kiryar tekez dikin ku ew dixwazin di şexsê Zehra de gelekî bi tevahî, darve bikin. Em wek mamosteyên bajarê Hesekê soz didin ku em ê fêrkirina zarokên xwe ya zimanê dayikê, berdewam bikin. Her wiha em ê li hemberî hemî êrişên ku dixwazin me û zimanê me tune bikin, li berxwe bidin û ji hemî dewleltên faşîst re bêjin ku hûn ê nikarbin agirê azadî û rûmetê vemirînin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên ku berxwedan Zehra Mihemedî silav dikin, bi dawî bû.

Back to top button