Arşîv

Rêveberiyên jin ên Tebqa, Reqa û Dêrazorê amadekariyên 25`ê Mijdarê dikin

Di nav wan çalakiyan de belavok hatin belavkirin, pankaret hatin li darxistin, panel û semînerên pênasekirina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û azadiya jin kaniya azadiya civakê ye û pê ve girêdayî ye hatin lidarxistin.

Li Teqayê, Rêveberiya Jinan û Yekitiya Jina Ciwan bi boneya 25`ê Mijdarê pankart li kolan û rêyan daliqandin, belavokên girêdayî dîroka vê rojê û rola jinê ya rastîn di pêkanîna azadiya civakan de li şêniyên bajêr belav kirin.

Li Dêrazorê Rêveberiya Jinan sermînerek ji jinên gundê Sewir ê rojavayê gundewarê Dêrazorê bi tevlibûna jinên herêmê, endamên komîteyan û saziyên sivîl li dar xist.

Di semînerê e hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Dêarzorê Melal El-Riyah behsa dîroka 25`ê Mijdarê, dîroka jinê, rola wê di avakirina civakan de, tundiye derûnî û bedenî ku dirêjahiya serdemên borî de rastê tê kir.

Melak destnîşan kir ku di tevahiya êrişan de di radeya yekemîn de jin hatiye hedefgirtin. Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya wê li ser Efrînê bi sedan jin bûn qurban, bi cenazeyên wan hatin lîstin mîna şehîdan Barîn Kobanê, Hevrîn Xelef, Amara û Çîçek.

Li Reqayê jî Rêveberiya Jinan li hola El-Tac li navenda bajarê Reqayê semînerek ji jinên bajêr re girêdayî navaroka 25`ê Mijdarê li dar xist. Di semînerê de sînevizyonek hate pêşendan. Di semînerê de jinên bajêr, endamên sazî û komîteyên sivîl û endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û behsa dîroka Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, dîroka jinê, azarên wê di serdemên borî de û rola wê di avakirina civakan de û serkeftina şoreşan kir.

Ji aliyê xwe ve Meclisa Jinan a Sûriyê di daxuyaniyekê de bang li desteya NY û komelyên hiqûqî kir ku rê li pêşiya êrişa Tirkiyê li ser Sûriyê bigire. Her wiha meclisê di daxuyaniyê de teqez kir ku ev êriş bi awayekî neyînî bandor li rewşa jinê dike. meclisê ji bo ku ewlehî li Sûriyê bi giştî serwer be banga diyaloga aştiyan kir.

Di daxuyanê de rapora UNICEF`ê ya ku tê de tê bibîrxistin ku zêdetirî nîvê jinên cihanê rastî cuda cureyên tundiyê tên. Ji bingeha 6 jinan jinek rastî tundiya bedenî yan jî derûnî tê. Di raporê de hate destnîşankirin ku salê milyonek jin rastî bikaranîna cinsî tên.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê de hate bibîrxistin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê, DAIŞ û Cebhet El-Nusr de jin ji maf û azadiya xwe bê par meye. Meclisê bang li civaka navdewletî kir ku van binpêkirinan rawestînin û çeteyên şehîdan Hevrîn Xelef, Amara û Çîçek Kobanê qetil kirine darizînin.

Rêveriyên jin ên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta 10`ê Çileyê çalakiyên xwe didomînin

Back to top button