Arşîv

Ji Şîlanan heta Hevrînan destana Berxwedana Rûmetê

Mîrasa berxwedanê li Rojava bi salan e didome û meşa têkoşînê bi lehengiyan tijî ye. Di salên têkoşînê de jinên berxwedêr bûn mînak ji hemû cureyên berxwedan û têkbirina hemû cureyên dagirkeriyê re bûn mînak. Xelekên berxwedanê ji Şîlan Kobanê û heta Hevrîn Xelef bûn sembola Berxwedana Rûmetê û bi dehan destanên berxwedana mezin.

Îro salvegera 15`mîn a şehadeta Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) endama Komîteya Navendî ya PYD`ê ye û hevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku destê xiyanetê li bajarê Mûsilê di encama komployeke hevkar di navbera hêzên ajan ên rejîma Sûriyê û Tirkiyê de di 29’ê Mijdara 2004`an de li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêk hat.

ŞÎLAN KOBANÊ KÎ YE?

Meysa Baqî (Şîlan) li Kobanê di sala 1971’an de li gundê Kor Elî yê li rojavayê kantona Kobanê ye ji dayik dibe. Şîlan zaroka mezin a malbatê ye ku ji 9 kesan pêk tê.

Di sala 1980`yî de Meysa tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas dike, dema ku temenê wê 9 salî bû, wê demê têkiliya malbatê bi tu partiyên siyasî re tune bû, lê rihê welatparêziyê li gel wan hebû û parastina zimanê xwe dikirin û rastiya dagirkeran û rewşa gelê Kurd dizanibûn.

Malbata şehîd Şîlan ji malbatên destpêkê ku piştgiriya tevgera azadiyê ya Kurdistanê li Sûriyê kir. Rêbazêb endamên vê tevgerê û exlaqê wan bandoreke mezin li avakirina kesayeta şehîd Şîlan Baqî kir, her wiha bû alîkar di naskirina fikrê partiyê de ku hêj di temenekî biçûk de bû.

MEŞA WÊ YA TÊKOŞÎNÊ

Piştî ku Şîlanê xwendina navîn bi dawî kir, di Tebaxa 1988’an de li bajarê Helebê ya Sûriyê tev li têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê bû. Tevî 4 hevalên xwe berê xwe da Lubnanê.

Paşê Meysa li Lubnanê tev li akademiya Mehsûm Korkmaz bû. Meysa ku navê Seadet li akademiyê li xwe kiribû û paşê navê Şîlan li xwe kir, tevî 30 hevalên xwe yên jin di beşa kurdî ya perwerdeyê cih girt.

Bi lidarxistina Yekitiya Jinan a Azadiya Kurdistanê li herêma Metîna li çiyayên Kurdistanê di sala 1995’an de, rola xwe ya pêşeng di kongreyê de lîst ku beşdarî nîqaş û pêşniyarên nû dibû.

Di dawiya kongreyê de wek endama komîteya navendî ya tevgera jinan, Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) hate hilbijartin. Karê xwe bi rêk û pêk pêk anî.

Bi lidarxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di sala 2003`yan de li çiyayên Kurdistanê wek endama komîteya partiyê hate hilbijartin.

LI SER DESTÊ SÎSTEMÊN DESTHILATDAR HATE QETILKIRIN

Paşê berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe, demekê li gelek herêmên Rojava û Sûriyê ma; Heleb û Şamê û gelek gav li ser asta rêxistinî di nava gel de avêtin. Lê piştî demeke biçûk, agahî gihaştin hikumet û îstixbarata Sûriyê ku li Rojava ye.

Şîlanê berê xwe da bajarê Mûsilê ya Iraqê da ku çalakiyên partiyê li wir bi rêxistin bike.

Di demekê de li bajarê Mûsilê çalakiyên rêxistinî meşandin, di 29’ê Mijdara 2004’an de dema ku bi erka xwe li ser sînorê Iraqê û Sûriyê radibû, tevî 4 hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê di encama komployeke hevpar li ser destê hêzên ajanên rejîma Sûriyê û Tirkiyê hatin qetilkirin.

HEDEFGIRTINA SIYASETMEDARAN DIDOME

Ji destpêka êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de û hedefgirtina herêmên sivîlan û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê ‘Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê’ bes nedîtin û jin kirin hedefa xwe, di nav de sekretera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmehê de.

Bi qetilkirina Hevrîn Xelef senaryoya şehadeta têkoşer Şîlan û hevalên wê dubare dibe, lê bi amûrên nû. Bi vê yekê hewl didin îradeya jinên azad bişikînin û hêza gel birûxînin.

Back to top button