Arşîv

Ciwanên Girkê Legê ji bo piştgiriya QSD`ê meşiya

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina guhertina demografîk a ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê pêk tînin û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk li Qada Şehîd Xebat li Girkê Legê kom bûn.

Ciwan li kolana sereke ya Girkê Legê li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG YPJ`ê meşiyan.

Her wiha ciwan meşale, alên ciwanan û wêneyên şehîdan hildan.

Meşa ciwanan li ber Paymengeha Baz a Zimanê Kurdî ya Rimêlanê rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Çilaxa Feysel El-Salih axivî û got: “Felsefeya neteweya demoktratîk gelên herêmê kirin yek. Wekhevî û edaletê di nav wan de bê cudahî belav kir.”

El-Salih wiha domand: “Hêzên Sûriye Demokratîk nûnertiya tevahiya gelên herêmê dike. Ji ber ku wê rûmet û azadiya pêkhateyan parast û DAIŞ`ê ya ku Tirkiyê desteka wê dikir tune kir. Lewra wek ciwan em soz didin malbatên şehîdan ku em ê rêya şehîdan bişopînin û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk bikin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Back to top button