Arşîv

Nesrîn Abdullah: YPJ serkeftina jinê ye

QAMIŞLO – Berdevka Fermî ya YPJ’ê Nesrîn Abdullah, derbarê rola YPJ’ê ya di pêvajoya şer de û rola jinê ya di êniyên têkoşîn û şoreşê de nirxandin kir. Nesrînê got: “YPJ bû ezmûna serkeftî ya jinan a di qada xweparastinê de. Parastin felsefeyeke. YPJ’ê ev felsefe veguhert şêwazek jiyanê û kir hebûn. Her jinek bûye şoreşek. Wê tu carî tunekirin li hember rûmeta jinê bi ser ne keve.”

Berdevka Fermî ya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) dema rêxistina xwe ava kir hejmar kêm bû. Lê niha bûye hêza parastina hemû jinên li cîhanê. YPJ’ê di dema êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de di warê parastinê de rolek mezin û girîng girt ser milê xwe. YPJ ne tenê hêza parstinê ye di heman demê de bûye sembola têkoşîna jinê û azadiyê Têkildarî mijarê Berdevka Fermî ya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Abdullah, diyar kir ku di qada têkoşînê de YPJ’ê rolek girîng girt ser milê xwe û wiha got:”YPJ berdewamiya têkoşîna jinê ya bi hezar salan e. Ew sembola şoreş, serîlhildan û têkoşîna hemû jinên cîhanê ye. YPJ berpirsiyarek mezin daye ser milê xwe.”

‘YPJ dengê rêxistina dîrokî ya têkoşîna jinê ye’

Nesrînê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Di destpêkê de em dikarin bêjin YPJ berdewamkirina têkoşîna jinan a Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî ya sed salê ye. YPJ dengê rêxistina dîrokî ya têkoşîna jinê ye. Bi rengekî nû û dengvedaneke xurt, em li dijî zihniyeta jinê her wekî kole dibîne li berxwe dide. Koka Hêzên Parastina Jinê pir xurt e. Ev hêz di sala 2011’an de bi çend jinan dest pê kir, organîzasyona xwe çêkir û her ku diçû zêde bû. Gihaşt asta yekîniyên ku karibin nav li xwe bikin ava bû. Kokê wê pir kûr in, li ser hestiyariya wê, fikira wê, rihê wê, pêşedîtina wê, perpirsyarî û cidîyeta jinê bandor dike. Ev dihêlê ku YPJ di nav xwe de bi cewherê xwe bimîne. YPJ rûbarê têkoşînê ye. Berpirsiyartiya erkên mezin ser milê xwe rakir, ev ne tenê ji bo jinên kurd, lê belê ji bo tevahî jinên di herêmê de, bê ku sînoran ji xwe re diyar bike, ne sînorên cografîk, ne jî neteweyî, çandî û ne sînorê zimanan. Jin ji hemû nasnameyên ku cewherê wê îfade nake parast û bi cewhera wê derxist holê. Li gor nêrîna me YPJ ev e.”

‘Hêzên Parastina Jinê aliyê wê yê felsefî heye’

Di dewamiya axaftinên xwe de Nesrînê bal kişand ser xebatên YPJ’ê di êniyên avakirina jinê de û wiha domand: “Pêvajoyeke dirêj, YPJ’ê derbas kir, çend sal li pişt xwe hişt. Ger mirov tenê weke hêzeke çekdar wê pênase bike wê pir teng be. Hêzên Parastina Jinê aliyê wê yê felsefî heye, xwe parastin heye û tenê di cebheyekê de kar nekir, berovajî wê di gelek êniyan de kar kir. Di warê derûniya jinê de xebat kir û di rihê jinê de xwe da himbêzkirin. Ger bi hejmareke ewqas mezin jin tevlî YPJ’ê dibin û bûye çavkaniya moral ji bo civakê, di van hemû êniyan de bi ser ket. Di eniya şerê li dijî dijmin de jî, bi hebûna xwe da isbatkirin ku ew her têdikoşe. YPJ’ê bi tiştê ku kir, ênîya dijmin biçûk xist û xera kir, lê hîn şûnmayiya wê zihnîyetê maye. Pêwîst e em diha bêtir têkoşîneke mezintir bikin û xwe ji şûnmayiyên wê xelas bikin û bibin xwedî nasnameyeke zexm.”

‘YPJ di bawerî û berpirisyartiya xwe de hemû jinan temsîl dike’

Nesrînê li ser şexsê şervana jinê nirxandin kir, ku YPJ heqîqeteke di nava civakê de ye û wiha domand: “YPJ’ê di van salan de çandeke nû di nava gelan de derxist holê. Di şexsê xwe de yekîtiya gelan di nava herêmê de, da çêkirin û ji aliyê hemû netewên ku di herêmê de hene weke heqîqetekê lê hat mêzekirin. Hêzên jinê, temsîla jinê ya di nava civakê de ne. YPJ parçeyek ji eniya têkoşîna jinê ye û di bawerî û berpirisyartiya xwe de hemû jinan temsîl dike. Ew motîvasyona êniya jinê bi hemû beşên wê, di nava xwe de dide jiyankirin û di nava hewildaneke wisa de ye ku bi rastî jî bibe dengê jinê. Ev stratejiyeke girîng bû.”

‘YPJ’ê hişt ku jin bi jinê bawer be, civak bi jinê bawer be, jin bi xwe bawer be’

Nesrînê di nava nirxandinên xwe de destnîşan kir ku li ser rola YPJ’ê di qadên parastina nirxên civakê de rola jinê girîng e û wiha dom kir: “Di qada parastinê de me xebatek pir girîng da meşandin. Xebatê ku hat kirin pir zehmet bû. Ev yek ji bo me hedefek stratejik bû, tiştên ku di van salan de em bi ser ketin, me hişt ku jin bi jinê bawer be. Civak bi jinê bawer be, jin bi xwe bawer be. Ji ber me di wir de jin windakiribû û eniya herî ku dijimin têde kar dikir ev enî bû. Qezencên dijmin ew e ku dema baweriya mirov têk bibe , ew mirov jî nikare xwe li ser lingê xwe bigire. Di aliyê civakê de orf û adet hebûn, çanda civakê di sitûna wê de zihniyeta mêr li pêş ketibû. Îro em li civakê mêze dikin, gelek guherandin tê de çêbûne bi taybet ji aliyê zihnîyeta mêr de. Berê jinekê gelek têkoşîn dikir, ji bo pîvanê ku mêr jê razî be û xwe bi wî mêrî bide qebûlkirin. Niha ev hemû hat guhertin û pîvanek nû ji bo jin û mêr çêbû û felsefeya hevjiyana azad hat pejirandin, da ku jin bi nasnameya xwe ya xweser bijî. Têkoşîna jinê têkoşîna aramiyê bû.”

‘YPJ’ê pêkanîna xeyalên jinê ji bo azadiyê û wekheviyê bi xwe re anî’

Nesrînê balê dikşîne ser hêza YPJ’ê ya di aliyê leşkerbûnê de û rola wê di rizgarkirina axa welat de û wiha dirêjî da gotinên xwe: “YPJ di aliyê leşkerî de xwedî misyoneke gelekî mezin bû. Li hemberî terorîzmê şer dikir û welat rizgar kir. Ew komên êrîşkar ên terorîzmê hem di warê laşî hem jî di warê hişmendiyê de mirov dikuşt.

‘YPJ’ê pêkanîna xeyalên jinê ji bo azadiyê û wekheviyê afirand’

Pêvajok derbas bû , motivasyona nav civakê hêzeke mezin da YPJ’ê. Êdî gihaşt asteke wisa ku ne tenê jinên kurd, ji aliyê cîhanê jin beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. YPJ’ê pêkanîna xeyalên jinê ji bo azadiyê û wekheviyê afirand. Di hişê mirov de xwe kir eşq. Bi demê re gavavêtinên cîhanî ji aliyê YPJ’ê ve hat pêşxistin. Dengvedana wê ya ku bi rastiya li ser axa xwe jiya, hişt ku cîhan jê re heyran bimîne. YPJ bû ezmûna serkeftî ya jinan a di qada xweparastinê de. Parastin felsefîk e. Motîvasyona îro di nava civaka me de heye. Pêwîstiya gelê me jî bi vê yekê hebû.”

‘Em têkoşînê ji bo azadiya gelê xwe dikin’

Nesrînê diyar kir ku ew têkoşînê ji bo azadiya gelê xwe dikin û wiha dom kir: “Êrîşên ku niha li ser herêmên me tên kirin, êrîşên ne ehlaqî ye, êrîşên hovane ne. Cihê ku bi zihnîyeta jinê ya ku di nava xwe de aştî û edaletê digire dest, li hember wê jî zihnîyeta baviksalarî êrîşên xwe xurt dike. Êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî destkeftiyên hemû gelan e. Bi cenazeyê şervanên jin yên ku teslîm nebûn hat leyistandin, ev jî wek rêbazek hovane bû û bi kar anîn, da ku îradeya me pê bişkînin, berovajî wê em xurt dibin. Ev nîşana binkeftina wan e û yê serkeftî dîsa em in. Em têkoşînê ji bo azadiya gelê xwe dikin. Di Rojhilata Navîn de, çandek heye jin her tim kêm tê dîtin. Gurubên çekdar jî mêrên Rojhilata Navîn in, ji hemû nirx û exlaqên Rojhilata Navîn dûr ketine. Şerm e ji wan re ku bi cenazeyê jinan dileyizin. Mirovên êsîr tu car nabe sembola serkeftina artêşan.”

‘Tu kes nikare rih û îradeya me desteser bike, xeyalên azadiyê her zindî dimîne’

Nesrînê da zanîn ku heta niha jî şer dewam dike û wiha gotinên xwe bi lêv kir: “Parastina me ne tenê parastineke leşkerî ye, em di warê parastina ehlaq û mafên hemû jinan li berxwe didin. Em jî wek hêzên parastinê, me xwe pir bi şehnaz û bi hêz dît, ku eniyek ewqas xurt li pişta me ye, ew jî civaka me ye. Dibe bi teknîka pêşketî erdnîgarî bê dagirkirin, lê tu kes nikare rih, îrade, baweriya mirovan desteser bike. Xeyalên azadiyê her zindî dimîne û tiştên ku çêbûn jî ev yek da diyarkirin. Di vê êrîşa li ser herêmên me, gelê me bersiveke pîroz da û ji dijmin re got ez şoreşger im. Ger gelek di rihê xwe de bi ser ketibe û zîvirîbê şoreşbûyînê, wê demê dijminê me têk çûye.”

‘Dayikên me mîrasa çanda têkoşînê ne û her jinek şoreşek e’

Nesrînê di nava gotinên xwe de qala qehremantiya dayikan kir û wiha dewam kir: “Dijminên me di êniya xwe de binketiye û ev êrîşên dijwar îfadeya wê dike. Gelek pêvajo derbas bûn, lê ev pêvajo gelek balkêş bû. Helwesta gel tevî koçberî, birîndarî û şehadetê peyamek girîng da vî dijminî. Gel got em bindestiyê qebûl nake. Me weke YPJ’ê moralekî pir xurt ji jin û dayikên xwe girt, ku ewqas rêxistenek xurt ya jinan çêbûye û her jineke bûye şoreşek. Pêşwazîkirina şervanên pakrewan ji aliyê dayikan, isyaneke û zîvirî çandekê. Jinên weke Dayê Hefo,dayê Sûad,dayê Eqîde û bi sedan dayik mîrasên vê çandê ne. Dema em li pişt xwe mêze dikin û wan dibînin, herikîna rihê têkoşînê xurt dibe. Van dayikan çandeke nû ava kirin. Ger dayika Hefo lawê xwe yê şehîd bi govendê pêşwazî dike, hewildanên me wê ew bin ji bo em layiqî dayikên xwe derkevin weke YPJ’ê. Jineke weke Dayê Sûad keça xwe ya bi tenê Hevrînê ku bi hovîtiyekê hat qetilkirin, jê re ev got ez şopdarê te me, ev jî ji bo me hêz e. Ger jineke weke Dayê Eqîde berê xwe da cihê şer li Serêkaniyê, bê ku li pişt xwe mêze bike mal û zarokên wê hene, ev ji bo me rûmet bû. Xwediyên rihê nemir, destaneke nû ya nemirbûnê ava kirin. Wê tu carî mirin li hember rûmeta dayikan bi ser ne keve.”

‘Jinên wekî Hevrîn Xelef çavkaniya rihê germ ê têkoşînê zindî kirin’

Nesrînê herî dawî bal kişand ser têkoşîna Hevrîn Xelef û wiha bi dawî kir: “Li ser erdnîgariya me dayik û zarokên xwe soz bi hev re dane ku wê mirin ne para me be, wê serxwebûn para me be. Bi çavkaniya rihê germ û hêviyên xwe yên mezin, zimanekî nû yê têkoşînê vejîn kirin. Jinên têkoşer yên wekî Siyasetmedara jin Hevrîn berhemên têkoşîna bi salan e. Dijmin loma êrîşî wan dike. Hevrînê berpirsiyartiya vî welatî girt ser milê xwe. Dirûşma jinên azad ên wekî Hevrînê azadî ye. Jinên wekî Hevrîn Xelef çavkaniya rihê germ ê têkoşînê zindî kirin.”

Back to top button