Arşîv

Ji meşa Helebê: Erdogan bi qetilkirina zarokan nikare me qir bike

Îro bi deha hezaran şêniyên bajarê Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji bo ku komkujiya Til Rifetê ya ku di encamê de 10 sivîl şehîd bûn di nav de 8 zarok şermezar bikin daketin qadan.

Di meşê de jinên ku tev li meşê bûne Erdogan bi “Kujerê zarokan” wesifandin û teqez kirin ku Erdoganê hov nikar hebûna wan bi qetilkirina zarokên wan qir bike. Ji ber ku gel li hember zulmê û dagirkeran ji serdeman ve li berxwe dide û teslîm nabe.

Jina bi navê Sekîna Mihemed “Erdogan kujer û kafir e” bi van gotinan sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê yên ku ber bi Şehbayê ve koçber bûne wesifandin. Sekîna destnîşan ku kirinên Erdogan ji Islamê dûr e û wê laneta zarokên Efrînê yên bê guneh li dû wî be. Gelê Kurd wê bi serkeve ji ber ku xwedî heq e.

Jina bi navê Fatme Hesen got: “Artêşa Tirk a dagirker ne tenê berpirsê qetilkirina van zarokan e. Lê belê tevahiya dewletên ku li hember komkujiyên wî bê deng dimînin bi Tirkiyê re şirîk in. Gelê me berxwedêr e wê li berxwe bide. Em soza tolhildanê didin. Sûcên wî berxwedana me naşkîne û em ji kesekî natirsin ji ber ku hêzên me parastina me dikin.”

Jina bi navê Şehînaz Ehmed jî wiha hestên xwe parve kir: “Çima zarokên me dikujin? Gelo ew jî di nêrîna cîhanê de terorîst in? Gelo ji ber ku ji warên xwe koçber bûne û mafên xwe yên xwezayî mîna zarokên cîhanê pêk tînin? zalimê tirk ji kirinên xwe li Efrîna dagirkirî têr nebû heta ku bi mirinê heya Şehbayê li dû wan e.”

Gelek dayîkên şehîdan tev li meşê bûn di nav de jina bi navê Zêneb Elî destnîşan kirk u zarokên Efrînê ji mafê zarokatiya wan mehrûm bûn û malên wan dagir kirin. Niha jî careke din rastî mirinê ji hêla dewleta Tirk a dagirke ve hatin.

Back to top button