Arşîv

Rêxistina Sara: Divê civaka navneteweyî erka xwe li beramberî sûcê li dijî Hevrîn Xelef pêk bîne

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, pêngava xwe ku 22`yê Mijdarê dest pê kiribû û îro 10`ê Kanûnê bi pêşandana belgefîlmeke bi navê “Jin ber bi rojê ve û banga li jinên cîhanê da ku banga edaletê ji bo Hevrîn Xelef bikin” bi dawî kir.

Her wiha daxuyaniyek ji raya giştî re hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê yek ji rêveberên Rêxistina Sara Muna Abdulselam ve û bi zimanê erebî ji aliyê endama rêxistinê Menal Mûsa ve hat xwendin.

Çalakvanên siyasî, endamên saziyên sivîl, siyasetmedar tev li çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, sembolên li dijî tundiya li ser jinan, her wiha pankartên bi nivîsa “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” hildan.

Beriya ku belgefîlmê der barê jiyana siyasetmedar Hevrîn Xelef de were pêşandan, daxuyanî ji aliyê Rêxistina Sara ve hat dayîn. Şehîd Hevrîn Xelef di encama kemîneke çeteyên dewleta Tirk de li ser rêya M4 hat şehîdxistin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka êrişa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, hêzên êrişkar binpêkirin û tawan li dijî mafên gelên deverê, nemaze li dij mafên çalakvanên jin û jinên ku di civakê de xwedî bandor in, bi berdewamî pêk tînin. Dijberiya wan ji gelên deverê re, kîndariya wan û metirsiya wan ji hizr û vîna jinên azad re eşkere bûye. Mebesta wan ji armanckirina jinan re ew e ku ronahiyê vemirînin, reşî û tarîtiyê vegerînin. Û mebesta wan ji armanckirina ewlehî û aramiyê ew e ku gelaciyê û tevliheviyê li deverê peyda bikin û mebesta wan ji armanckirina hevgirtina gelan re têkbirina hevjiyan û biratiya gelan e.

Ew şerê hêviya jiyana azad û demokrasî dikin da ku paşketin û zîhniyeta zordestiyê û desthilatdariyê vegerînin.

Di 12-10-2019’an de, bi rêya kemînekê ji hêla çekdarên Ehrar El-Şerqiye ve ku ew beşek ji “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ye ku ji hêla dewleta Tirk ve di operasyona “Kaniya Aştiyê” de hatiye destekkirin, endezyara jin Hevrîn Xelef hate armanckirin.

Hevrîn Xelef emîndara giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bû, jina Kurd a ku ji bo maf û azadiya jinan, her wiha ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û pirreng li tevahiya Sûriyê xebat û têkoşîn dikir.

Heval Hevrîn Xelef di vê qonaxa dîrokî ya dijwar de ev berpirsyariya dîrokî hilgirt ser milê xwe. Wê dizanîbû ku ew erkeke ne hêsan e û dizanibû ku di vê rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, ew zehmettirîn erk e.

Lê ji ber ku dizanîbû ku pêdiviya vê qonaxê bi kesên serkirde heye da ku ewlehî û aramiyê bi cih bikin, wê xwe ji bo vî karî dabû.

Tevî ku ezmûna wê di warê siyasetê de hîn nû bû, endezyara jin Hevrîn Xelef dikarîbû di demeke kurt de guhertinên mezin li ser asta Sûriyê pêk bîne û dikarîbû bibe semboleke nîştimanî û bi zanebûn serkêşiya qonaxê kiriba. Ew jî bi rêya rakirina parçebûn û jihevketinê ji nav sûriyan û vegerandina hevgirtinê li nav wan. Li nav vî şerê ku wêranî, xirabî, komkujî û qirkirina neteweyî li dû xwe anî Sûriyê, dikarîbû hêviyekê biafirîne. Heya ku ew jî bû qurbaniyek ji qurbaniyên van komkujiyan.

Di vê roja cîhanî ya mafên mirovan de, em bangewaziyê li hemû jinên xebatkar dikin ên ku maf, dad û azadîyê ji hemû gelên cîhanê re dixwazin, her wiha em bangewaziyê li civata navdewletî dikin ku di rûyê vê terora hovane ya ku dewleta Tirk û çekdarên bi ser ve serkêşiya wê dikin û tawanên li dijî mirovahiyê pêk tînin, rawestin.

Her wiha em daxwaz dikin;

1. Piştgirî û hevgirtina hashtaga “Dad ji bo Hevrîn Xelef”.

2. Berdewamkirina çalakiyên ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk.

3. Dewamkirina şopandina kêşeya Hevrîn Xelef di asta navneteweyî de.

4. Xebata li ser şermezarkirina kesên sûcdar û hesab ji wan were xwestin û radestî dadgehên navneteweyî bên kirin.

Ji bo heval Hevrîn Xelef dad.

Ji bo têkoşîna jinên azad rûmet.

Back to top button