Arşîv

Li Helebê panela tundiya li ser jinan

Panel li hola civînan a Tevgera Ciwanên Sûriyê ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar ket û bi dehan ciwan û nûnerên saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Buroya Jinên Ciwan a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Emîne Ebdo, endama rêveberiya Buroya Ciwanan ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hêva Dawid axivîn û rola jinan û zîhniyeta baviksalar a serwer ku rê li pêşiya zewaca di temenê biçûk de vedikin û jinan di bin desthilata mêran de dihêlin, hate ravekirin.

Axaftvanan diyar kir ku gelek malbat ji ber xizaniyê keçên xwe bi biçûkanî didin zewicandin û ev yek gelek caran ji ber ku nikarin hemû pêdiviyên wan bi cih bînin, pêk tê.

Der barê zirarên zewaca di temenê biçûk de Hêva Dawid wiha got: “Zewaca di temenê biçûk de gelek nexweşiyan, bi taybet ji keçikan re, bi xwe re tîne. Her wiha gelek pirsgirêkên tenduristiyê wek kêmbûna xwînê û pirsgirêkan di malzarokê de çêdike.”

Her wiha beşdaran ji bo zêdekirina têgihîştinê der barê zirarên zewicandina di temenê biçûk de û xetereya sûcên bi navê şeref û namûsê de tên kirin, pêşniyar kir ku panel û civînên bi vî rengî werin lidarxistin.

Back to top button