Arşîv

Dayîkên ku ji ber rêwîtiya koçberiyê zarokên xwe winda kirine

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji bermahiyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê mane, di 9’ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Dagirker û dizan herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Di encama de bi sedan kes şehîd bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran şênî ji cih û warên xwe koçber bûn.

Ji ber topbarana artêşa Tirk gelek malbatên ji Girê Spî ji warê xwe derketin û berê xwe dan bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê. Ji ber vê yekê roj bi roj hejmara koçberan zêde dibe û binpêkiririnên dewleta Tirk li dijî sivîlan zêdetir dibin.

Bi sedan malbatên koçber li taxên bajarê Reqa yên Qîtar, Endelos û taxa Teyar, bicih bûn. Gelek malbat dema ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber dibûn, ji zarokên xwe qut bûne, heya niha jî ti agahî ji zarokên xwe negirtin e.

Welatiya bi navê Siltanê (38) koçbereke ji herêma Girê Spî ye. Siltanê serpêhatiya xwe wiha anî ziman: “Top avêtin û li mala me ket. Mal hilweşiya. Me ev yek ji çavê xwe dît. Em neçar man ji bajêr derbikevin. Ji ber topbarana li ser herêmê û rasterast sivîl dikirin armanc em koçî gelek herêman bûn. Her ku em digihaştin herêmekê me digot, qey aramantir e lê top li pêşiya me diketin. Lewma em li 9 gundan geriyan.”

DI DEMA KOÇBERIYÊ DE KURÊ WÊ YÊ 12 SALÎ WINDA BÛ

Siltanê diyar kir ku di nîvê şevê de dest bi avêtina topan kirin. Siltanê got: “Her em diçûn, balefirên şer li pey me bûn. Ji tirsa dengê zarokan diçû erşê esman. Min digot qey zarokên min hemû li gel min in. Dema em gihiştin gündeki min lê niherî ku kurê min Henan Ehmed (12) ne li rex xuşka xwe ye. Em ji ber mirinê reviyan lê min kurê xwe wenda kir û ev jî mirina herî mezin e.”

Niha malbata Siltanê di rewşek pir xirab de derbas dibe. Malbata wê di odeyek bê derî û pencere de dimîne. Siltanê li ser rewşa xwe wiha got: “Nivînên me erde û lihêfa me jî asman e. Ji ber ku dema em ji mal derketin tenê me cilên li ser xwe danîn.”

‘AGAHIYA MIN JI HERSÊ ZAROKÊN MIN TINE YE’

Koçbera bi navê Şemsê El-Mehmûd (79)ku ji gundê Eyn Arûs yê Girê Spî ye sê zarokên wê winda bûne. Şemsê got: “Ez û hersê zarokên xwe bûn. Min dengê teqîn, qêrîn û erebeyan bihîst. Top li derdorê me diketin. Ez derbasî mala xwe bûn û careke din bendewara zarokên xwe mam. Ji nişkava ve derdora me topbaran kirin. Ez yekser ji malê derketim û bi alîkariya cîranên xwe ji bajêr derketim, lê agahiyên min ji her 3 zarokên min nebû.”

Şemsa axaftina xwe wiha domand: “Ez li kolanê radizêm. Ez çi bikim û bi ku de herim? Gelo Tirkiye û Amerîkayê vê yekê dixwazin? Dixwazin gel qetil bikin, koçber bikin û sînaryoya Efrînê li herêmê dubare bikin?”

Şemsa got: “Dema em derdiketin, çete li pey wan dihatin, rihê wan reş û dirêj bûn. Min çete bi çavên xwe dîtin. Li kolanan digeriyan û mal û milên şêniyan didizîn û dixistin erebeyên xwe, paşê xwe di nav sivîlan de vedişartin.”

Şemsa Mehmûd DYA`yê wek berpirsê koçberiya xwe û bi sedan malbatên din dibîne û wiha dibêje: “Divê hemû cîhan zilama li dijî gelan tê meşandin bibîne. Bila bizanin ku li pey binpêkirin û kiryarên li dijî herêmê têne meşandin dewleta Tirk e. Lewma divê DYA berpirsyariya kiryarên li herêmê tên kirin, bigire ser xwe.”

Her wiha zaroka bi navê Rehef Zat (8) wiha got: “Ez dixwazim vegerim dibistana xwe û bi hevalên xwe re bilîzim.”

Back to top button