Arşîv

Jinên ciwan banga vegerê û parastina welat li ciwanên li derveyî welat kirin

Endamên rêxistinên jinên ciwan bal kişandin ser girîngiya xurtkirina pergala parastinê û tevlêbûna nava refên YPG û YPJ‘ê kirin. Jinên ciwan bang li ciwanên li derveyî welat kirin ku vegerin welatê xwe û parastina wê bikin.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tînin, ya herî dawî komkujiya li Til Rifetê bû ya ku di 2‘yê Kanûnê de li dijî koçberên ji Efrînê ku piraniya wan zarok bûn.

Di vê derbarê endamên Tevgera Jinên Ciwan bang li hemû ciwanan kirin ku beşdarî nava YPJ û YPG`ê bibim û destkeftiyên gelên herêmê biparêzin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Zeyneb Hisên diyar kir ku êrişên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kir û got: “Ji ber vê yekê divê em parastina xaka bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, bikin.”

Zeyneb diyar kir ku YPJ`ê parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û li gel QSD û HPC‘ê herêm ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

YEKÎNEYÊN PARASTINÊ PARASTINA NIRXÊN PÊKHATEYAN DIKIN

Zeyneb Hisên got, artêşa Tirk hewl dide di nava bêdengiya herêmî û navdewletî de gelê Kurd û tevahî gelên herêmê qir bike û got: “Divê em li gel hêzên xwe parastina welat û destkeftiyên xwe bikin.”

Zeyneb di dawiyê de bang li ciwanan kir ku tev li refên YPJ û YPG`ê bibin û parastina nirxên pêkhateyan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

‘DIVÊ EM NASNAMEYA XWE BIPARÊZIN‘

Leyla Şêxo bal kişand ser girîngiya parastina nasnameyê û got, artêşa Tirk bi êrişên xwe hebûna gelê Kurd û têkbirina vîna jina azad dike armanc, mînaka vê yekê jî şehîdxistina têkoşer Hevrîn Xelef û pêşêlkirina cenazeya şervana YPJ`ê Emara Rênas û dîlgirtina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê ye.

Leyla Şêxo destînan kir ku gereke jinên ciwan rêxistina xwe ji berê xurtir bikin û di her qadan de bi taybet di qada parastinê de pêşengtiyê bikin û got: “Divê em pergala parastinê û YPJ bi hêztir bikin.”

‘EM BANG LI CIWANAN DIKIN KU LI WELATÊ XWE VEGERIN‘

Endama Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Gulîstan Mehmûd Îso anî ziman ku divê jinên ciwan di vê pêngava hestiyar û çarenûsî de bi çalakiyan, daketina qadan, beşdarbûna eniyên şer û tevlêbûna nava YPJ‘ê rola ku dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

Gulîstan Îso bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku beşdarî nava YPJ`ê bibin, her wiha li ciwanên li derveyî welat kir, ku li welat vegerin û parastina welat ji êrişên artêşa Tirk bikin.

Back to top button