Arşîv

Li Minbicê têkildarî “Parastina hebûnê” semîner hate dayîn

Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê di semînerê de beşdar bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştre endama rêveber a Navenda Lêkolînên Jineolojî a Minbicê û gunewarên wê Xaliya Nimet axivî û destnîşan kir ku ji destpêka gerdûnê ve mekanîzmeya parastina hebûnê heye. Ev parastin xwezayî ye. Ji bo berdewamkirina jiyanê parastina mirov rola herî sereke ye.

Xaliya behsa şoreşên cîhanî yên ku li dijî pergalên serdest û modernîteya kapîtalîzmê têkoşiyane kir. Wekî şoreşa fransî ya ku çiruska wê di serdema 18`an de destpê kiriye bibîr xist. Di encama wê şoreşê de komîna Parisê ava bû û ew jî bandorek mezin li ser guhertina çaranûsa gelên blindest li gel hikuma pergala Qayser Şarl list.

Xalya destnîşan kir ku gelek şoreşên ku çaranûsa gelên bindest guhertina rû dane. Jê şoreşa gel a Hayîtî ye. Gelê Hayîtî ruxmî ku herêmên wan bi berhemên binerd dewlemend e lê di nav xizantiyê de bûn. Ji ber wê li dijî koletiyê serî hildan û jin jî tev li şoreşê bûn.

Xalya diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişibe şoreşên cîhanî. Armanca modernîteya kapîtalîzmê ew e ku berjewendiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Her wiha parçekirina welêt û bikaranîna berhemên wê armanc dike.

Semîner bi nîqaşan bidawî bû.

Back to top button