Arşîv

Jinên ciwan ên Minbicê civîna xwe ya salane lidar xist

Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarê wê civîna xwe ya salane bi beşdarbûna endamên jin ên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê lidar xist.

Civîn li Hola civînan a ciwanan hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir.

Endama Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo axivî û got: “Piştî ku me mezintirîn rêxistina terorîst a cîhanê li herêmên xwe bi dawî kirin herêmê me di pêvajoya dagirkirina derve re derbas bû. Di 3 salên derbasbûyî de ji bo jinûve avakirina bajarê xwe û ewlehiya wê me kedeke mezin da ku layîqî xwîna şehîdan be.”

Nezîfa Xelo bal kişand ser êrişîn Tirkiyê û çeteyên wê got, “dagirkeriya Tirk bi hemû çek û rêbazan êrişî me dike. Ev xeteriya ku em li hemberî wê sekinîne di serî de berpirsyartiya jinên ciwan e.”

Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir jî anî ziman ku jinan di pêvajoya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke pêşeng list û bala tevahî jinên cîhanê kişand.

Piştî axaftinan belgefîlmek li ser çalakiyên ku jinên ciwan di nava salekê de meşandine hate pêşandan.

Rêvebera Meclisa Jinên Ciwan Tehanî Lezîz rapora salane ya rewşa rêxistinî û kar û xebatên meclisê xwend. Der barê wê de nîqaş ji aliyê beşaran ve hate kirin.

Pêşniyarên di civînê de hatin girtin, hatin xwendin ji wan li hemberî her êrişên derve jinên ciwan werin rêxistinkiri, banga danîne qanûnên taybet ji bo jinên ciwan ku mafên wê misoger bike, ji bo rêgirtin li ber zewaca di temenê biçûk de xebat were kirin, jinên wan li bajêr û gundewarên wê werin ziyaretkirin.

Pêşniyar ji aliyê tevahî beşdaran hate erêkirin.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jina azad bi dawî bû.

Back to top button