Arşîv

Rojnamevaneke şer berxwedana gel û şervanan belge dike

Endama Ragihandina YPJ`ê, Sara Rizgar a 23 salî ji eşîra Umeyrat a li bajarê Efrînê ye. Sara ji pêkhateya Ereb e, xwe fêrî zimanê kurdî kir da ku têkiliyên xwe bi cîranên xwe yên Kurd re berfireh bike.

Sara derbasî beşa hiqûqê li Zanîngeha Helebê dibe, di mêjiyê wê de gelek nakokî der barê edalet û demokrasiya di navbera gelan de, di navbera heq û neheqiyê de çêdibin. Sara piştî ku agahiyên avakirina YPJ‘ê dibihîze, li ser wê lêkolîn dike û rêgezên wê yên parastina jinan nas dike, li ser vê yekê hîn dibe ku dê çawa mafên jinan û gelên bindest biparêze.

Piştre dest ji xwendina zanîngehê berdide û vedigere Efrînê û tev li YPJ‘ê dibe.

Sara di nava YPJ‘ê perwerdeyên edeolojî li ser jinê dibîne û ragihandina şer bala wê dikşîne, xwest şer û berxwedana şervanan bişopîne û belge bike.

Sara Rizgar di nava 4 salan de li bajarê Efrînê bû endama Ragihandina YPJ`ê û rojnamevaniya şer dike, berxwedana gelê xwe ya li djiî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê ku di 20‘ê Çileya 2018‘an de dest pê kir, şopand.

Sara rola xwe wek rojnamevana şer û şervanek di Berxwedana Serdemê de lîst, li tevahî eniyan geriyan û berxwedana şervanan û gel a li hemberî çêkên giran a dewleta Tirk û sûcên dagirkeriyê yên li djiî sivîlan bi kamereya xwe belge kirin.

Piştî Efrînê hate dagirkirin Sara berî dide herêma Cizîrê, li wir jî belgekirina binpêkirinên dewlat Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî berdewam kir.

Di êrişên dagirkeriyê yên ku di 9‘ê Comtehê de li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê zêde bûn, israra Sara ya belgekirina berxwedana gel û şervanan zêde bû, êdî armanca wê bû ku biçe herêmên ku binpêkirinên Tirkiyê lê têne meşanidn.

Sara Rizgar der barê karê xwe de dibêje, armanca wê berxwedana şervanên QSD û gel li hember dewleta Tirk bişopîne û diyar dike ku wê dît çawa Tirkiyê bajarê wê dagir kir û bîranîn û hêviyên wê yên zarokatiyê wêran kirin, dît çi li herêmên hatine agirkirin bûne. Ji ber vê yekê biryar da ku biçe eniyên şer da ku binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlên herêmê bişopîne.

Sara tîne ziman ku dema li eniyên şer digerin, bi taybet derdora Girê Spî û Eyn Îsayê di çavê şervanan de girêdana bi xakê ve û amadekariyên wan ên fedeyetiyê ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeran dibîne û dibêje ku divê ev berxwedan û helwest a şervanan di dîrokê de zindî bibe da ku nifşên bê berxwedana li dijî duyemîn mezintirîn artêşa di NATO‘yê de nas bike.

Sara li eniyên li derdora navçeya Eyn Îsayê moralê şervanan û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Girê Spî dişopîne û bi belge dike.

Back to top button