Arşîv

Sara, Rojbîn û Ronahî li Şedadê hatin bi bîranîn

Li ser vexwendina Kongreya Star bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê beşdarî bîranîna 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li paytexta Fransayê Parîsê di 9’ê Çileya 2013’yan de hatin qetilkirin, bûm.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Canda Mihemed axivî, bal kişand ser têkoşîna Sakîne û hevalên wê. Canda got: “Ji jinên destpêkê bûn ên ku erka rizgarkirina jinan û pêşengtiya şoreşa azadiyê girtin ser milê xwe. Berxwedana ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin û pêşketina rola jina berhemên keda hersê jinan e.”

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Şedadê Emîra El-Seed jî got, şehîd Sakîne di rihê her jineke ku aşiqa azadiyê ye ya ku koletiyê red dike, dijî.

Merasîm bi dirûşmeyan dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Back to top button