Arşîv
Sakîne, Fîdan û Leyla li Dêrikê hatin bibîranîn

Bi dehan endamên Tevgera Jinên Ciwan, Kongreya Star û saziyên civaka sivîl ji bo bîranîna her sê jinên têkoşer Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvgera şehadeta wan a 7‘an de li navenda Şehîd Dîcle ya Çand û Hunerê kom bûn.
Piştî deqeya rêzgirtin senevîzyoneke li ser kurtejiyana têkoşer şehîd Sakîne û hevalên wê di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de hate pêşandan.
Bîranîn bi stranên şoregerî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.