Arşîv

Koordînasyona Jinan serdana Navenda Têkiliyên Giştî ya YPJ`ê kir

Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Navenda Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê kir da ku rewşa jinan bişopînin û têkiliyên xwe bi hev re xurt bikin.

Îro şandeya Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Navenda Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir.

Şande ji aliyê berdevka fermî ya YPJ`ê Nesrîn Abdullah û yek ji fermandarên YPJ`ê Axîn Nûcan ve hat pêşwazîkirin.

Meclîsa Jinan berxwedana YPJ’yê ya li dijî êrişên çeteyên DAIŞ`ê, artêşa Tirk û çeteyên wê, her wiha beşdarbûna şervanên jin di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, silav kir. Jinan destnîşan kir ku YPJ ji jinên cîhanê re bûye sembol û piştrast kir ku dimjin di tevahî êrişên xwe de jinan bi taybet dike hedef da ku vîna wan têk bibe, mîna şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û şervan Amara.

Fermandara YPJ`ê Axîn Nûcan spasiya Koordînasyonê kir û wiha axivî: “Jinên herêmê hemî di bin siya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kom bûne, da ku xebatên xwe ber bi asta herî jor ve bibin.”

Her wiha berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah wiha got: “Serkeftina jinan bi hevkariya aliyên leşkerî, siyasî û diplomasiyê pêkan e. Bi vê rengî tu kes nikare vîna wan têk bibe.”

Piştre yek ji endamên şandeyê, rêziknameya Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî fermandara YPJ`ê Axîn Nûcan kir.

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya niha serdana Saziya Malbatên Şehîdan, Navenda Parastina Zarokan a bajarokê Rimêlan û kampa Waşokanî kiribû.

Back to top button