Arşîv

Weqfa Jina Azad karê xwe li tevahî herêmên Sûriyê berbelav dike

Piştî ku erkên xwe tenê di têkildarî herêmên Rojava bûn, Weqfa Jina Azad bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dê kar û xebatê xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê bi taybet û herêmên Sûriyê bi giştî berfireh bike. Daxuyanî îro li pêşiya navenda Weqfa Jinê ya li bajarê Qamişlo hat xwendin.

Weqfa Jina Azad sala 2015`an hate dameziradin û pêşxistina jinan di aliyên aborî, çandî, civakî û tenduristî de armanc dike. Her wiha hewl dide têkiliyê bi rêxistin û saziyên navdewletî re deyne da ku balê bikişîne ser pirsgirêkên ku jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn pê re derbas dibin.

Rêveberiya Weqfa Jinan Şîlan El-Bilo bi amadebûna bi dehan endamên weqfê, daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî zêdetirî 5 salan ji kar û xebata domdar ji bo piştgiriya jinan û destekdayîna wan di hemû qadên jiyanê de, rêveberî û endamên Weqfa Jinê bi kedeke mezin karibûn ku dirûşma “Jina azad bingeha civaka azad e” bikin rastiyek.

Her wiha hate diyarkirin ku Weqfa Jinan bi dehan projeyên aktîfkirina rola jinan di qadên çandî, tenduristî û civakî de, pêk anîn.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Endam û tîmên me şoreşeke civakî ya temam ji bo pêşxistina jin û zarokan û civakê, temsîl kir. Di encama vê xebatê de 3 nuqteyên tenduristiyê, 11 baxçeyên zarokan û malên sêwiyan, cihên karên jinan, peymangehên muzîkê ava bûn û bi hezaran jin li bajar, bajarok, gundan û kampên penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin perwerdekirin.”

Weqfa Jina Azad di dawiya daxuyaniyê de ev tişt ragihand: “Ji ber hewldanên me yên pêkanîna serkeftinên domdar û rizgarkirina jinên Sûriyê ji qeyd û bendên ku ji ber kevneşopên civakê li ser ferz bûne, her wiha rizgarkirina wan ji şerê ku ta niha bi sed hezaran jin û zarok bûne qurbaniyên wê, em navê xwe diguherînin û dikin “Weqfa Jina Azad a Sûriyê”. Bi vê boneyê em soza pêkanîna erkên xwe û temsîlkirina dirûşma “Jina azad bingeha civaka azad e” nû dikin.”

Back to top button