Arşîv

Çeteyan li Serêkaniyê êrişên cinsî li 30 jinan kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Hêzên dagirker li cihên ku dagir kirine ji guhertina demografîk bigire heya qetilkirin, îşkencekirin, lêdan, dizî û êrişên cinsî jî di navde bi her cureyî sûcên mirovî dikin.

Navçeya Serêkaniyê ya bi ser bajarê Hesekê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin yek ji van cihên ku sucên mirovî bênavber lê tê kirine. Di nav van sûcên dagirkeran de yê ku herî zêde bal dikişîne destdirêjiya li hember jinan.

Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirkerli ber çavên hemû cîhanê destdirêjiya li ser jinan, ya ku weke sûcê mirovî di navnetewî de tê pênaskirin dewam dikin. Lê mixabin heya niha jî saziyên cîhanê li hember van kiryarên dijexlaqî bê deng dimînin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, 30 jin li Serêkaniyê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve êrişên cinsî li ser wan hate kirin. Ji wan jinan 5 jê çeçen, 2 Kurd û 23 jî Ereb in. Derheqê çarenûsa wan jinan de heya niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin û her wiha nasnameyên wan jî nehatiye eşkere kirin.

Dîsa li gorî agahiyekî ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin çete li Serêkaniyê bi darê zorê cil û çarşefên reş jî li jinan tê kirin.

Li Efrînê jî 3 hezar 500 şênî hatibûn revandin ku rewşa 850 şêniyan ne zelal e. Her wiha ji kesên ku hatine revandin 159 jin in. Bi heman hişmendiya qirêjî rojane li bajarên ku hatine dagirkirin qetlîam û êrişên cinsî li ser jinan berdewamin.

Back to top button