Arşîv

Ji rayedarên Partiya Yekitiya Suryanî: Giyanê Hevrîn Xelef ji hemû jinan re bû peyama aştiyê

Berpirsa Partiya Yekîtiya Suryan a bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê Elen Korkîs 8‘ê Adarê li hemû jinên pêkhateyan Suryan, Kurd û Ereb pîroz kir û got: “Di dîrok û serdeman de jin ji bo azadiya xwe û azadiya civakê dibû qurban. Di nava gelek zehmetiyan û şidetê de jiya, hemû bendên li pêşiya wê derketin derbas kirin û di roja me ya îro de rola aştî û azadiyê hilgirtiye.”

Elen bal kişand ser rola jin a di şoreşa Bakur û Rojhlatê Sûriyê de û got: “Ji destpêka şoreşê de jinan ji bo parastina xwe û civaka xwe ji hemû êrişan di hemû qadan de destek in. Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destpêkê jinan dike hedef. Hedefkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi awayekî hovane nîşaneya vê yekê ye. Hevîn bû peyama aştî, têkoşîn û tolhildanê ji hemû jinan re.”

Berpirsa Partiya Yekîtiya Suryan a bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê Elen Korkîs di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan, bi taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşînê bidomînin û hemberî dagirkeriyê destek bin da ku herêmên rizgar bikin.

Back to top button