Arşîv

Cihê îşkencekirina jinên êzidî kirin Meclisa Jinan

Jinên bajarokê Hecînê daxwaz kir ku cihên DAIŞ`ê tê de îşkence li jinan dikir, bibin cihê piştgirî û xurtkirina jinan. Girtîgeha ku jinên êzidî yên hatibûn revandin û lê dihatin girtin, kirin cihê Meclisa Jinan a bajarokê Hecînê.

Çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelên Sûriyê û Iraqê gelek sûcên mirovî pêk anîn. Herî zêde jî gel û jinên êzidî rastî revandin, îşkence û qirkirinê hatin. Çeteyên DAIŞ’ê jinên êzidî yên ku revandin, veguhestin Sûriyê û li girtîgehên li herêmên bejahiya rojhilatê Dêrazorê bi cih kirin. Yek ji van cihan jî bajarokê Hecînê bû. Paşê ew ji wir veguhestin herêmên Sûriyê yên di bin serweriya wan de. Çeteyan jinên girtî li bazaran difirotin û qetil dikirin.

Tevî ku salek di ser rizgarkirina bejahiya rojhilatê Dêrazorê re derbas bûye, lê hê jî bermahiyên DAIŞ`ê hene. Dibistan û malên hilweşandî dibin şahidên bermahiyên DAIŞ`ê.

Li jinan lixwekirina çarşefan dihat ferzkirin û destûr nedihat dayîn ku jin bi tena xwe ji malê derkevin. Lê jin niha, li bajarokê Hecînê cihê xwe di nava komîn, meclis û saziyan de digirin û beşdarî avakirina herêmê dibin.

Ji saziyên ku li bajarokê Hecînê hatine vekirin, yek jî Meclisa Jinan e. Tişta balkêş ew e ku jinên li Hecînê cihên ku DAIŞ`ê lê îşkence li jinan dikir, kirin cihên meclisên xwe.

Tê zanîn ku avahiya meclisê dema DAIŞ`ê herêm dagir kiribû, jinên êzidî yên ku ji Şengalê revandibûn, lê digirtin.

Jina bi navê Fatima Salim ku niha endama Meclisa Jinan a bajarokê Hecînê ye, bûye şahida veguhastina DAIŞ`iyan ya jinên êzidî. Fatima got: “Ev der girtîgeha jinên êzidî û devera îşkencekirina wan bû.”

Fatima binpêkirinên çeteyan bi bîr xist û got: “Çeteyên DAIŞ’ê ev der kiribû cihê girtina jinên êzidî. Bi şevê destên wan kelepçe dikirin, serçavkên reş bi wan de dadikirin û wekî tabûran jin vediguhastin.”

Fatima destnîşan kir ku DAIŞ’ê li wê derê jin perwerde dikirin û ew dişandin mirinê yan jî li dijî wan êrişên cinsî pêk dianîn, jixwe piraniya jinan jî temenbiçûk bûn. Fatima bal kişand ser ku carinan 20 jin bi hev re dianîn wê derê û hin caran jî ew bi kamyonan dianîn.

Fatima bûyereke li pêşiya çavên wê qewimiye, bi bîr xist û got: “Zarokeke 15 salî 3 caran bi çeteyên DAIŞ`ê re zewicandin, her ku çeteyek dimir ew bi yekî din re dizewicandin.”

Fatima axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev der cihê bindestkirina jinan û tunekirina mafên wan bû, lê îro bi serbilindî veguherî navenda Meclisa Jinan û mafên jinan bi dest dixin. Meclisa Jinan perwerdeyên bîrdozî, perwerdeyên hemşîretiyê û fêrkirina xwendin û nivîsandinê vedikin.”

Back to top button