Arşîv

Jinên Reqayê nerazîbûn nîşanî sûcên çeteyên Tirkiyê yên li dijî jinan dan

Bertekên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan bi taybet jinan li herêmên dagirkirî di nav de Efrînê didomin.

Rêveberiya Jin a Reqayê daxuyaniyek da, tê de binpêkirinên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên şermezar kirin. Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Sewsen Hico daxuyanî xwend.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku gelê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji ber kiryarên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk azaran dikişînin. Bi taybet di vê dawiyê de êdî sûcên wan eşkere dibin û ji cîhanê îsbat dikin ku terorîsta wan tevahiya pîvan û qanûnên navdewletî derbas kiriye.

Her wiha rêveberiyê bibîr xist ku komên çete binpêkirinên dermirovî li dijî sivîlan pêk tînin, ji kuştin, revandin, koçberkirin, wêrankirin, qutkirina daran û guhertina demografiya herêmê. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirka dewleta tekane ye ku bê exlaq maye û rêzê ji cîrantiyê nagire.

Rêveberiyê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di vê dawiyê de sûca koma El-Hemzar li Efrînê eşkere bû. Ev kom di bin fermana dagirkera Osmanî kar dike.

Rêveberiyê girêdayî sûcên revandina sivîlan li bermaberî fîdyayê got: “Çeteyên girêdayî dewleta Tirk sivîlan li beramberî fîdyayan direvînin. Ev îsbat dike ku tevahiya dewletên din bi bêdengiya xwe li hember van kiryarên Tirkiyê, bi Tirkiyê re şirîk in.”

Rêveberiyê bang li rêxistinên hiqûqî û tevahiya saziyên NY, Rûsya û Amerîka kir ku biryarek cidî li hember kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê bigirin. Piştgiriya gelê ku rastî tevahiya cureyên zulmê û zordestiyê tê bikin.

Rêveberiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Binpêkirinên li Efrînê li dijî sivîlan û milkên wan li dijî mafên mirovan û rêgezên navdewletî ne. Divê kesên fedekariyên jinê teqdîr dikin bi taybet rêxistinên mafên mirovan li tevahiya cîhanê, li hember binpêkirinên der exlaqî yên li dijî jinê bi taybet û gel bi giştî bisekinin.”

Back to top button