Arşîv

Jinên li Minbicê sûcên li dijî jinên li Efrînê şermezar kirin

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Fatma El-Hemîd bi amadebûna bi dehan jinan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herêma Efrînê ji Adara 2018`an ve rastî binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê têne. Dagirkeran şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin û binpêkirinê dermirovî dûrî nirxên mirovî û rêgezên exlaqî li dijî sivîlan pêk tînin.

Di daxuyaniyê de rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê û gundewarê wê sûcên li dijî jinên Efrînê, tundiya li dijî wê hatiye kirin şermezar kirin. Hate diyarkirin ku li gel ku pandemiya Korona li cîhanê belav dibe, pêkanîna qanûnên qedexeya derketina derve, berdewamkirina jinê têkoşîna xwe da ku azadiya xwe bidest bixe, di van rojan de asta tundiya li dijî wê zêde bûye.

Jinan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku dîmenên jinên tazî yên di girtîgehên dagirkeriyê de dinya hejand û hate gotin: “Heta niha ew jin û gelek jinên din girtî ne nehatine berdan. Ev kiryarên çeteyên li dijî nirx û pîvanên mirovahiyê ne û îhanetek di kesayeta jina Kurd de ye ya ku pêşengiya şoreşa mirovahiyê kiriye. Hewldaneke ji bo têkibirina vîna jina Kurd a azad û destdirêjiyek li dijî nirxên mirovahiyê ye. Tirkiyê di vî warî de xwedî dîrokek reş e.”

Jinan sûcên li dijî jinên girtî yên li Efrînê şeremzar kirin û gotin, girtin binpêkirineke li dijî mafê jiyana jina azad , têkoşîna li hemberî tundiyê erka hemûiyan .

Di dawiyê de rêxistinan diyar kir ku ew bêdengiya rêxistinên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan û sûcên li dijî jinê têne kirin red dikin. Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê kir ku helwestên cidî û diyar li dijî van sûcan nîşan bidin û komîteyên ku rastiya bûyerên li Efrînê rû didin eşkere dikin, ava bikin.

Back to top button