Arşîv

`Divê hesab ji çeteyên Tirkiyê re were xwestin`

Bi dehan jin li navçeya Til Berakê ya girêdayî kantona Qamişlo li ber navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn û daxuyanî dan raya giştî. Di daxuyaniyê de jinan binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li Efrînê şermezar kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîd Avesta Xabûr û Barîn Kobanê heta rizgarkirina Efrînê û tevahiya bajarên Sûriyê ji dagirkeriyê dan.

Endama rêveber a Kongreya Star a Til Berakê Henen Silêman daxuyaniya Kongreya Star xwend.

Di daxuyaniyê de kiryarên hovane yên li dijî jinan û revandina jinan li Efrînê ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatin şermezarkirin. Hate destnîşankirin ev kiryar li dijî pîvan û qanûnên navdewletî ne. Ew jin têne revandin ne têne girtin ji ber ku tu belgeyên fermî li dijî wan ji hêla aliyên dadgehî ve nehatiye derxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çete bi rêya ferzkirina mîna van kiryaran dixwazin hebûna xwe li herêmê rewa bikin. Lê ev kiryar li dijî pîvan û qanûnên navdewletî ne.

Her wiha bal kişand ser şerê li Efrînê yên di navbera komên çekdar de ku di encamê de sivîlên bêguneh dibin qurban û jin tên girtin. Hate gotin ev kiyar cihê şermezarkirinê ne, divê sûcdaran wan binpêkirinan li gorî qanûnên navdewletî werin cezakirin.

Di dawiyê daxuyaniyê de hate gotin: “Em wan jinan silav dikin. Em soz didin wan ku em ê hewl bibin wan biparêzin. Em her kiryarek li dijî jinan red û şermezar dikin. Ji bo parastina vê axê me gelek şehîda mîna Avesta Xabûr û gelek şehîdên din, dan. Em keda wan ji bîr nakin û heta pêkanîna azadiyê em ê şopdarên wan bin.”

Back to top button